09:03 21 Nîsan 2018
    Kabil - Afganistan

    5 xwekujan êrişî nexweşxaneya leşkerî ya Kabîlê kir: 2 kuştî û 15 birîndar

    © REUTERS / Ahamad Nadeem
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 63

    Hat ragihandin ku li paytextê Afganistanê li Kabîlê teqînek pêk hat û paşî jî dengê çekan bilind bû.

    Li gorî zanyariyên berdest, li nexweşxaneyeke leşkerî ya Kabîla Afganistanê pêşî teqînek pêk hat û paşî jî dengê çekan bilind bû.

    Li gorî daxuyaniya berpirsên ewlehî yên Afganistanê 5 xwekujan êrişê nexweşxaneya nêzîkî Balyozxaneya Amerîka ya li Kabîlê kirin.

    Berpirsên ewlehî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihandin ku yek ji xwekujan li devê deriyê nexweşxaneyê xwe teqand û 4 xwekujên din jî ketine nava avahiya nexweşxaneyê û li wir bi hêzên ewlehî re şer dikin.

    ​Herwiha li gorî nûçeya Tolo Newsê ku dispêre bijîşkên nexweşxaneyê şer û pevçûna di navbera xwekuj û hêzên ewlehî de li qata 4 û 5emîn de didome, heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

    Wezîrê Navxweyî yê Afganistanê Sediq Sedîqî ragihand ku hêza ewlehî bersiva êrişan daye.

     

     

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Li Afganistanê 25 zarok ji ber seqemê jiyana xwe ji dest dan
    Talîbanê li Afganistanê 52 sivîl revandin
    Li Afganistanê êrişa hewayî: 25 sivîl hatin kuştin
    Li Afganistanê li dijî walîtiyê êrişa bombeyî: 11 kuştî û 15 birîndar
    Li Afganistanê li dijî mizgeftê êrişa bombeyî
    Etîketan:
    Li Kabîlê teqîn û dengê çekan, Wezîrê Navxweyî yê Afganistanê, Sediq Sedîq, Kabîl, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de