17:50 20 Çile 2018
Zindî
    Protestoya Arjantînê

    Li Arjantînê bi 10 hezaran karker Serokê Dewletê protesto kirin

    © REUTERS/ Martin Acosta
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 103

    Li Arjantînê bi 10 hezaran karker Serokê Dewletê Mauricio Macri ji ber polîtîkayên ekonomîk ên neolîberal û ji karderxistinê protesto kirin.

    Li Arjantînê sendîqayên karkeran ji ber polîtîkayên ekonomîk ên kemer jidandinê Serokê Dewletê Mauricio Macri protesto kirin.

    Beriya nêzîkbûna hilbijartina kongreyê bi banga Konfederasyona Kedkar a Giştî (CGT) bi 10 hezaran karker kolanên paytexta Buenos Airesê dagirtin. Karkeran bi sedema ji kar derxistinê, rakirina tengkirina îtxalatê û polîtîkayên din ên ekonomîk protesto kirin, bi dirûşme, afiş û alayên Arjantînê rêyên sereke yên bajêr ji trafîkê re girtin.

    Çalakvanan piştgiriya xwe nîşanî mamostayên ku di grevê de bûn û li welat ji ber enflasyona zêde daxwaza zêdebûna meaşan kirin.

    Serokê Dewleta Arjantînê Mauricio Macri sala borî dema ku dest bi wezîfeyê kir bi hezaran karker ji kar avêtibûn.

    Bi heman mijarî:

    Lêpirsîneke nû di serokê dewleta Arjantînê de vebû
    Li Arjantînê qezaya trafîkê:19 mirî 23 birîndar hene
    Li Arjantînê pêşangehek bi navê "Rojava: Şoreşa Jinê ya li Rojhilata Navîn" hat vekirin
    Serokê Arjantînê Macrî, dixwaze di civîna G20ê de hevdîtinê bi Pûtîn re bike
    Wezîrê Arjantînê yê berê bi rahîbeyan re hevkarî kiriye
    Etîketan:
    Karkeran Serokê Dewleta Arjantînê protesto kirin, Serokê Dewleta Arjantînê, Konfederasyona Kedkar a Giştî (CGT), Mauricio Macr, Arjantîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de