09:04 21 Nîsan 2018
    Koreya Bakur - ceribandin - moşekê balîstîk

    Çînê bertek nîşanî pergala THAAD a Amerîkayê da

    © REUTERS / KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22

    Amerîkayê li hemberî ceribandina moşekên balîstîk ên Koreya Bakur pergala parastina moşek a THAADê li Koreya Başûr bi cih kir. Çînê bertek nîşanî bicihkirina pergalê da.

    Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi di civîna çapamenî ya salane ya li parlamentoyê de gengeşiya Nîvgirava Koreyê nirxand. Yi di axaftina xwe de ji Koreya Bakur daxwaz kir ku dev ji ceribandina moşekên balîstîk berde û got: "Bila Amerîka jî bi Koreya Başur re dev ji tetbîqatên leşkerî yên hevpar berde."

    ÇÎNÊ KOREYA BAŞÛR HIŞYAR KIR

    Wang Yi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xwedîtiya çekên kîmyewî ewlehiyê bi xwe re nayîne û di bikaranîna hêza leşkerî de çareseriyê nayîne. Ji bo aştiyê hê jî hêvî heye, ji bo destpêkirina muzakereyan hê jî şensek heye."

    Yi di dirêjiya axaftina xwe de Koreya Başûr hişyar kir û got: "Koreya Başûr bicihkirina pergala parastina moşekên THAAD a Amerîkayê xeletiyek mezin kir û ev zirarê dide ewlehiya Çînê."

    Bi heman mijarî:

    Li Çînê êrişa bi kêrê: 5 kuştî û 5 birîndar
    Rûsya û Çînê ji ber ceribandina moşekan bertek da Koreya Bakur
    Şi 'rica kir', Trump jî soz da ku wê yekrêziya Çînê biparêze
    Pûtîn, di meha gulanê de diçe Çînê
    Li Çînê 3 avahiyên 5 qat hilweşiyan: Gelek însan di binê enqazê de ne
    Etîketan:
    Pergala parastin a moşekan, THAAD, Wezîrê Derve yê Çînê, Wang Yi, Koreya Başûr, Koreya Bakur, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de