20:57 12 Kanûn 2017
Zindî
    Viktor Orban

    Macaristan: Koçberî hespê Truva yê turîzmê ye

    © REUTERS/ Laszlo Balogh
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22

    Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban di axaftina xwe de ragihand ku krîza penaberan kêm bû lê hê bi dawî nebûye, niha vê deqîqeyê jî em di binê dorpêçê de ne.

    Vîktor Orban di bernameya ‘nêçîrvanên sînor' de mijara koçberan nirxand û got: "Krîza penaberan kêm bû lê bi dawî nehat ji bo vê divê em tim di amadebaşiyê de bin. Rojê li şûna bi hezaran koçber niha em derheqê bisedan koçber agahiyan werdigirin. Dîsa jî em nikarin pişta xwe bidin dîwar divê em pir baldar bin, lewma bajoz bi dawî nebûye tenê piçekî sekini ye."

    ‘NAXWAZIN ÇANDA VIR BIJÎN'

    Serokwezîrê Macaristanê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Guvaşên li ser sînor bi dawî nebûne, lewma dibe di salên pêş de bi milyonan însan ji bo jiyaneke xweş û aramî amadehiyan dikin ku têkevin rêyan. Yên ku têne vir naxwazin li gorî çand û adetên vir bijîn berovajî dixwazin çanda xwe li Ewropayê belav bikin û bijîn. Koçberî hespê Truva yê turîzmê ye."

    Bi heman mijarî:

    Macaristan niha jî sînorê Xirvatistanê digire
    Serokê Macaristanê: "Em ê hêza polês û leşkeran li sînor zêde bikin."
    Li Macaristanê 80 kesî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
    Qeyrana sînorî di navbera Awistriya û Macaristanê de derket
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Etîketan:
    Koçber hespê Truva yê turîzmê ye, Serokwezîrê Macaristanê, Vîktor Orban, Macaristan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de