09:08 28 Adar 2017
Zindî
    Sean Spicer

    Qesra Spî: Pirsgirêk di navbera Trump û FBIyê de tuneye

    © REUTERS/ JONATHAN ERNST
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 312

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer di daxuyaniya xwe de ragihand ku di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û FBIyê de tu gengeşiya mijara guhdarkirinê tuneye.

    Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer di axaftina xwe ya çapamenî de zêdetir li ser îdîayên guhdarkirinê û ferorma tendirustî ku di raya giştî de wekî ‘Obamacare' tê zanîn rawestiya. Spicer ragihand ku pêşnûmaya nû ya tendirustiyê pir serkeftiye û ez bawer im wê di kongreyê de were qebûlkirin.

    Herwiha Wezîrê Tendirustî Tom Price jî ji bo derbarê mijarê de nirxandina bike tevlî civîna çapamenî ya Qesra Spî bû û derheqê pêşnûmaya nû ya tendirustiyê de agahî belav kirin. Price di axaftina xwe de got: "Ev guherîna pergala tendirustî di berjewendiya hemû gelê Amerîkayê de ye. Piştî ku ev qanûn kete meriyetê ji bo ku bi awayê rêk û pêk bixebite wê ji hinek merhaleyan derbas bibe. Armanca me ya sereke ev e ku herkes bixwaze here kîjan bijîşkî bila here."

    Bi heman mijarî:

    Saziyên medyayê yên ku hatin astengkirin li dijî Qesra Spî bertek nîşan dan
    Kurdekî ji Hewlêrê ev 12 sal in li Qesra Spî ya DYA wergera kurdî dike
    Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê ji bo Kirimê bersiva Qesra Spî da
    Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî Flynn îstîfa kir
    Nasrallah: "Hizbullah wê ji hebûna evdalê li Qesra Spî îstîfade bike"
    Etîketan:
    Wezîrê Tendirustî yê Amerîkayê, Berdevkê Qesra Spî, Tom Price, Sean Spicer, Qesra Spî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de