08:08 23 Gulan 2018
    Avigdor Lieberman û Jim Mattis

    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Liberman cara yekemîn serdana Amerîkayê kir

    Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24

    Hat ragihandin ku Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman di çarçoveya serdana fermî de cara yekemîn serdana Amerîkayê kir.

    Benyamin Netanyahu
    © REUTERS / Kobi Gideon/Government Press Office
    Wezîrê Parastin ê Îsraîlê Avigdor Liberman di serdana xwe ya Amerîkayê de bi Wezîrê Parastin ê wî welatî James Mattis û bi Cîgirê Serok Mike Pence re hevdîtinek pêk anî. Liberman pêşî bi Mattis re civîn li dar xist.

    Piştî hevdîtinê Wezareta Parastin a Amerîkayê Pentagonê di daxuyaniya xwe ya niviskî de ragihand ku herdu wezîran têkiliyên parastinî yên Îsraîl û Amerîkayê nirxandin.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe bal kişand ku piştî ku Liberman bû Wezîrê Parastinê ev serdana wî fermiye ku li Amerîkayê dike û Mattis ji hevkarê xwe Liberman re ji bo ewlehiya Îsraîlê û wahdên leşkerî piştgiriya xwe dupat kir.

    LIBERMAN Û PENCE HEVDÎTIN PÊK ANÎN

    Wezîrê îsraîlî Avigdor Liberman piştî civîna bi Mattis re çû Qesra Spî û bi Cîgirê Serok Mike Pence re hevdîtinek li dar xist.

    Piştî hevdîtinê Ofîsa Çapamenî ya Qesra Spî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Liberman û Pence di hevdîtina xwe de rewşa herêmê, krîza Sûriyeyê û mijara ewlehiya navbera herdu welatan hate nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Liberman qabîneya Îsraîlê belav kir
    Amerîka ji bo wezîrtiya Liberman bertek nîşanê Îsraîlê da
    Cezayê leşkerê Îsraîlê ku filistîniyekî birîndar kuştibû hat paşxistin
    Artêşa Îsraîlê dîsa li Xezzeyê xist
    Balyozê Îsraîlê: "Divê hecma bazirganî di nava Enqere û Telavîvê de duqat bibe"
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Wezîrê Parastin ê Îsraîlê, Mike Pence, James Mattis, Avigdor Liberman, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de