21:27 30 Adar 2017
Zindî
    ABD Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü Mark Toner

    Amerîka: Em naxwazin li Mincbicê rageşî çêbibe

    © Foto: Twitter/Department of State
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3021

    Berdevkê demî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner li ser rewşa dorûbera Minbicê da xuyakirin, “Rojhilatê Babê herêmeke pir tevlîhev e. Gelek hêz li wê herêmê hene. Bi awayekî vekirî bibêjim ku pir nêzîkî hev in. Mebesta hevbeş a aliyan jî têkoşîna dijî DAIŞê ye.”

    Toner di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rewşa aloz a hêzên li herêmê bo Minbicê û rewşa dorûbera Babê wiha axivî: "Em naxwazin li wê herêmê rageşî çêbibe" û wiha domand: "Em naxwazin li devereke wisa biçûk ku gelek hêz tê de ne, bêyî daxwazî rageşî rû bide. Rewş têra xwe xerab e û bi tevger e. Em ji hemû aliyan re peyama lêhûrbûna têkoşîna dijî DAIŞê dişînin. Dê hevpeymanî digey hevalbendên me û hêzên hevpar di nav kordînasyonê de karê xwe bidomîne. Dê armanca me ya hevpar DAIŞ be."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyê çavkaniya herî mezin a avê kontrol kir
    Sererqanê Artêşa Tirkiyê: Divê ev krîz bê çareserkirin
    'Dibe ku Rûsya ji peymana STARTê vekişe'
    Vuvuzelaya alîgirên futbola Rûsî ya Kûpaya 2018an diyar bû: Kevçiyên textikî
    Die Weltê ji Erdogan re name nivîsand
    Li bajarokekî Helebçeyê teqîn çêbû
    Ebadî li Silêmaniyê çû serdana Celal Talabanî
    Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de