12:49 27 Gulan 2018
WikiLeaks

Wikileaks bo cara yekem: Qaseya daîreya 7an

© Sputnik / Iliya Pitalev
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Wikileaksê ragihand ku di derbarê Teşkîlata Agahî-girtinê ya Navendî ya DYAyê(CIA)ê de dê komeke belgeyan belav bike.

Wikileaksê navê Vault-7(Qaseya daîreya 7an) li wan belgeyan kir û destnîşan kir ku ev belge mezintirîn belgeyên CIAyê yên hatine belavkirin.

Hejmara rûpelên di beşê yekem ê bi navê Sala Sifirê(Year Zero) de hatine weşandin, ji hejmara rûpelên endamê berê yê istixbarata DYAyê Edward Snowden li ser Saziya Ewlekariya Neteweyî (NSA) di sê salan de belav kiribûn bêtir e. Nexasim ev beş ji 8.761 belgeyî pêk tê ku ji toreke bi-ewlekariyeke bilind a Navenda İstixbaratê Sîberê ya CIAyê ya li parêzgeha Virginiyayê tê.

Bi heman mijarî:

Wikileaks: Daxuyaniyên CIAyê ne raportên istixbaratê ne lê daxuyaniyên çapemeniyê ne
Wikileaks, e-postayên şexsî yên Obama parvekir
WikiLeaks: "Amerîka, berî şerê navxweyî ye Yemenê herdu alî bi çek kirin"
Wikileaks belgeyên Erdogan û Ozel bo derbasbûna Sûriyeyê belav kirin
Wikileaks: Erebistana Siûdî destekê dide hemû terorîstên sunî-mezheb
Wikileaks: Saloxgêriya Amerîkayê li Merkel û hikumeta Almanyayê guhdarî dikir
Etîketan:
Saziya Ewlekariya NeteweyÎ, Wikileaks, CIA, Edward Snowden
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de