09:03 21 Nîsan 2018
    Ala NATO - DYA

    NATOyê li ser sînorê Rûsya-Norwêcê bi 8 hezar leşkeran dest bi tetbîqetê kir

    © AFP 2018 / Petras Malukas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    8 hezar leşkerên NATOyê li bakurê Norwêcê, li herêma Finnmarkê ya 160-300 kîlomitro dûrê sînorê Rûsyayê dest bi tetbîqatê kir.

    Li gorî daxyaniya Artêşa Norwêcê tetbîqeta ‘Joint Viking 2017' a ku leşkerên Amerîka, Îngilistan û Norwêcê beşdar bûne, ji bo rêveberina kêşeyan û parastina Norwêcê hat lidarxistin.

    ‘FIRÎNA NAVGÎNÊN HEWAYÎ YÊN BÊMIROV HAT QEDEXEKIRIN'

    Berdevkê leşkeriyê Ivar Moen ji bo radyoya dewletê ya Norwêcê, NRKyê axivî û got yekine di dema tetbîqetê de yekine wê bi balafirên şer, helikopter û balafirên bar gelek xebatan bimeşînin.

    Moen diyar kir ku ji bo pêkanîna ewlehî ya hewayê li herêma ku tetbîqet lê tê kirin, firîna navgînên hewayî yên bêmirov (NHB) hatiye qedexekirin.

    JI AMERÎKA Û ÎNGILISTANÊ 700 LEŞKER BEŞDAR DIBIN

    Tetbîqet wê heta 15ê Adarê berdewam bike û ji Hêzên Bejahî û Hêzên Deryayî yên Amerîkayê û ji Hêzên Deryayî yên Qraliyeta Îngilistanê bi tevahî 700 leşker beşdarî tetbîqetê dibin.

    Yekîneyên Amerîka û Îngilistanê ji bo karibin li gorî şert û mercên zehmet ên hewaya Norwêcê tevbigerin, xebatên xwe yên pêwîst jî kirin.

    RÛSYAYÊ BI TETBÎQETEKÊ BERSIV DABÛ TETBÎQETA SALA 2015AN

    Tetbîqeta ‘Joint Viking' di sala 2013an li Hordalandê, di sala 2014an de li Tromsoyê, di sala 2015an de li Finnmarkê û di sala 2016an de li Trondelagê hatibû lidarxistin.

    Rûsyayê tetbîqeta sala 2015an a li Finnmarkê wek provokatîf nirxandibû û ji bo bersivdayina vê tetbîqetê jî li Nîvgirava Kolayê tetbîqeteke berfireh li dar xistibû.

    Bi heman mijarî:

    Ji NATOyê derbarê îdiayên ku Rûsya mudaxale li hilbijartina Amerîkayê kiriye de daxuyanî
    Moskowê bersiva îdiayên ku jetên rûsî bi awayek xeter nêzî balafirên NATOyê firiya ne da
    Sererkanê Rûsyayê û Serokê Komîteya Leşkerî ya NATOyê cara yekem axivîn
    Ji NATOyê piştgiriya hevkariya leşkerî yên tirk û rûsî
    Ukrayna hewil dide keştiyên NATOyê yên xûrde bistîne
    Werzişvanên NATOyê li Soçî ne: Bersiva dijî toleyên ser Rûsyayê ye
    Merkel: ‘Sozên bo mesrefên parastina NATOyê ne hat girtin
    Times: Dibe ku Tirkiye ji bo îşaretekê bide NATOyê bi Rûsyayê re hevdîtinên S-400î dike
    Etîketan:
    tetbîqet, Îngilistan, Amerîka, NATO, Ivar Moen, Rûsya, Norwêc
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de