01:00 18 Çile 2018
Zindî
    Navenda şemitandin a Tignesê li Fransayê

    Li Fransayê aşît, gelek kes di binê aşîtê de mane

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 94

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê li navenda Tignes a şemitandinê aşît ket û gelek kes di binê aşîtê de mane.

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre karmendên rewşa lezgîn li navçeyeke navendî ya şemitandin a Tignesê aşît çêbû, li gorî zanyariyan gelek kes di binê aşîtê de mane.

    Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, lê ji ber şertên giran ê rewşa hewayî xebat bi zahmetî didome û nayê zanîn bê çend kes di binê aşîtê de mane.

    Herwiha li gorî nûçeya rojnameya Le Dauphineya herêmî ku dispêre berpirsekî ewlehiyê ragihand ku ji nişka ve aşît çêbû û çend kesên ku xwe dişemitandin di binê aşîtê de man. B3uyer îro seet li 10.06an pêk hat û li gorî zanyariyan aşît pîsta şemitandin a Carlineyê derbas kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li ser rêya Geverê aşît ket, çûnûhatina rê hat girtin
    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Li Pakîstanê aşît: Herî kêm 10 kes mirin
    Li Îtalyayê aşît bi ser otelê ve ket
    Li Îtalyayê ji ber erdhejê aşît çêbû: 30 mirî
    Etîketan:
    Gelek kes di binê aşîtê de man, Li Fransayê li navenda şemitandinê aşît, Tignes, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de