05:43 20 Çile 2018
Zindî
    Wolfgang Sobotka

    Wezîrê Avusturyayê: "Bila kampanyayên biyaniyan ê hilbijartinê werin qedexekirin"

    © REUTERS/ Heinz-Peter Bader
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Navxweyî yê Avusturyayê Wolfgang Sobotka ragihand ku dema pergala gelemperî û mafên însanî ketin metirsiyê bila axaftin û çalakiyên wan werin qedexekirin.

    Wezîrê Navxweyî yê Avusturyayê Wolfgang Sobotka di axaftina xwe ya radyoyê ORFê de got: "Em destûr nadin ku siyasetmedarên biyanî genegeşiyên li welatê xwe bînin Avusturyayê. Divê em vê qanûna ku siyasetmedarên biyanî bikaribin propagandeya siyasî bikin biguherînin û beriya ku em pêşkêşî kabineye bikin me ji pisporên hiqûqî re şand. Heke hikûmeta federal vê guherînê qebûl bike em ê bikaribin civîn û çalakiyên siyasetmedarên biyanî li Avusturyayê qedexe bikin."

    ‘DIBE EV WERE WATEYA QEDEXEYA SEYAHETÊ JÎ'

    Wolfgang Sobotka di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dibe ev guherîna qanûnê were waateya qedexeya seyahetê, tevlîbûna kampanyayên hilbijartinê, civîn û çalakiyan jî. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo serdana fermî dikare were Avusturyayê û em dê kêfxweş bibin, lê hatina wî ji bo zêdekirina gengeşiya civaka tirk nabe ku were.

    Bi heman mijarî:

    Avusturya sînorê xwe yê bi Almanyayê re naxwaze veke
    Avusturya ambargoya çekan ji bo Tirkiyê nîqaş dike
    Swîsre û Avusturya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên Tirkiyeyê vekişiyan
    Avusturya ya ku bi peymana YE-Tirkiyeyê bawer nake, leşker şandin ser sînor
    Avusturya helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê nerm nekiriye
    Etîketan:
    Li Avusturyayê qedexeya kampanyeya biyaniyan, Wezîrê Navxweyî yê Avusturyayê, Wolfgang Sobotka, Tirkiye, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de