12:23 24 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump

    Trump bi serokên Japonya û Koreya Başûr re bi rêya telefonê axivî

    © REUTERS/ Jonathan Ernst
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ceribandinên moşekên balîstîk ên Koreya Bakur bi Serokwezîrê Japonyayê û Serokê Koreya Başûr re bi rêya telefonê axivî.

    Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ceribandinên moşekên balîstîk ên Koreya Bakur bi Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe û Serokê Koreya Başûr Hwang Kyo-Ahn re bi rêya telefonê axivî û li hemberî metirsiya Koreya Bakur piştgiriya xwe ji bo herdu welatan nîşan da.

    Trump di axaftina xwe ya serokên herdu welatan de got: "Ji bo em rê li ber ceribandina moşekên balîstîk ên Koreya Bakur bigirin û Japonya û Koreya Başûr biparêzin çi pêwist be em ê bikin heke hewce bike em ê hêza leşkerî ya Amerîkayê seferber bikin. Wê bedêla van çalakiyên provokatîf û metirsîdar ên Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un gelekî giran be."

    Ji aliyê din ve berdevkê Pentagonê Jeff Davis jî di axaftina xwe ya çapameniyê de got: "Rêvebiriya Pyongyangê gelek moşekên balîstîk ceribandin û ji wan 4 heb li Deryaya Japonyayê li taxên ekonomîk ên wî welatî ketin."

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur: Ceribandinên me yên moşekan li dijî baregehên Amerîkayê bûn
    Koreya Bakur derketina malezyayiyan ji welat qedexe kir
    Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir
    Ji Amerîka bo Japonyayê: Di metirsiya Koreya Bakur de em piştgirê we ne
    Ji Koreya Bakur hişyariya şerê nûkleerî
    Etîketan:
    Ceribandina moşeka balîstîk, Serokê Amerîkayê, Hwang Kyo-Ahn, Şinzo Abe, Donald Trump, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de