01:08 23 Çile 2018
Zindî
    Kuzey Kore bayrağı

    Koreya Bakur: Ceribandinên me yên moşekan li dijî baregehên Amerîkayê bûn

    © REUTERS/ Denis Balibouse
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Rêveberiya Pyongyangê daxuyand ku armanca ceribandinên wan ên moşekên balîstîkê ew e ku kabîliyeta êrîşa li dijî baregehên Amerîka yên li Japonyayê bi pêş bixe.

    Koreya Bakur daxuyand ku armnaca ceribadinên wan ên moşekên balîstîkê ew bû ku kabîliyeta êrîşê ya li dijî baregehên Amerîka yên li Japonyayê bi pêş bixe.

    ​LI BEHRA JAPONYAYÊ 4 MOŞEKÊN BALÎSTÎK HATIN FIRANDIN

    Di nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur, KCNAyê de hat gotin, "Ceribandinên moşekan, li dijî baregehên Amerîkaya êrîşkar û emperyalist ên li Japonyayê hatin kirin." Di nûçeyê de hat diyar kirin ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ferman daye artêşê ku xwe wekî ‘hêza nukleerê ya pêbawer' amade bike.

    Hatibû diyarkirin ku Koreya Bakur serê sibeha duh 4 moşekên balîstîkê firandibû. Pentagonê ragihandibû ku moşekên ji rojavayê bakur ê Koreya Bakur hatine firandin, di Behra Japonyayê de nêzîkî hezar kîlomitroyan rê çûye.

    Nehat daxuyandin ku di ceribanên moşekan ên duh de kîjan moşek hatine bikaranîn lê pisporên Amerîkayî difikirin ku di êrîşê de moşekên Scud ên ku bi qasî 965 kilomitroyan dikarin biçin, hatine bikaranîn.

    Konseya Ewlehî ya NY ji sala 2006an û vir ve li dijî Koreya Bakur hinek mueyîdeyan pêk tîne. Konseyê ji ber xebatên nukleerê yên Koreya Bakur ceribandina moşekan li wî welatî qedexe kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Koreya Bakur derketina malezyayiyan ji welat qedexe kir
    Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir
    Ji Amerîka bo Japonyayê: Di metirsiya Koreya Bakur de em piştgirê we ne
    Ji Koreya Bakur hişyariya şerê nûkleerî
    Rûsyayê li ser ceribandina moşekên Koreya Bakur banga aramiyê kir
    Koreya Bakur 4 moşek bi hev re pekandin
    Etîketan:
    Amerîka, ceribandina moşekan, Japonya, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de