01:12 23 Çile 2018
Zindî
    Balyozxaneya Koreya Bakur li Malezyayê

    Koreya Bakur derketina malezyayiyan ji welat qedexe kir

    © REUTERS/ Athit Perawongmetha
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22

    Piştî ku birayê Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un Kim Jong-nam li Malezyayê di encama suîqastekê de hat kuştin gengeşiya navbera herdu welatan her diçe zêdetir dibe.

    Hikumeta Malezyayê demek berê derketina berpirs û karmendên Balyozxaneya Koreya Bakur ji welat qedexe kiribû. Piştî wê biryarê îro sibehê rêvebiriya Koreya Bakur jî bi biryarekê derketina malezyayiyan ji welat heta demeke nediyar qedexe kir.

    Li gorî nûçeya ajansa YONHAP a Koreya Başûr, Wezareta Derve ya Koreya Bakur Balyozxaneya Malezyayê hişyar kir û ragihand ku hetanî qedexeya ser berpirs û karmendên me yên balyozxaneyê bidome em vê qedexeyê ranakin.

    MALEZYA: WELATIYÊN ME DÎL DIGIRIN

    Serokwezîrê Malezyayê Necip Rezak biryara qedexeyê bi tundî rexne kir û got: "Ez biryara Koreya Bakur a astengkirinê ya derketina hemwelatiyên me bi tundî şermezar dikim. Hemwelatiyên me bi awayekî eşkere dîl têne girtin. Hetanî ewlehiya welatiyên me li Koreya Bakur neyê sazkirin, polêsên malezyayî wê destûr nedin ku koreyî Malezyayê biterikînin."

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir
    Ji Amerîka bo Japonyayê: Di metirsiya Koreya Bakur de em piştgirê we ne
    Ji Koreya Bakur hişyariya şerê nûkleerî
    Rûsyayê li ser ceribandina moşekên Koreya Bakur banga aramiyê kir
    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Etîketan:
    Rêvebiriya Koreya Bakur, Serokwezîrê Malezyayê, Kim Jong-nam, Kim Jong-un, Necip Rezak, Koreya Bakur, Malezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de