10:30 24 Çile 2018
Zindî
    Avahiya NY

    Neteweyên Yekbûyî Koreya Bakur şermezar kir

    © Sputnik/ Glib Spiridonov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji bo ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur ragihand ku ev hewldan zirarê didin aramî û aştiya herêmê.

    Antonio Guterres di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji bo ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur got: "Ev çalakiyen wiha biryarên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ihlal dikin û zirarê didin aramî û ewlehiya herêmê.

    Guterres di berdewamiya daxuyaniya xwe de ceribandina moşeka balîstîk a Koreya Bakur şermezar kir ragihand ku divê rêvebiriya wî welatî xwe ji provokasyonan dûr bigire û berpirsyariya xwe ya navneteweyî bi cih bîne.

    Amerîka û Japonya piştî ku Koreya Bakur 4 moşekên balîstîk ceribandin ji bo civîna lezgîn bangî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiribû.

    KENY ji sala 2006an ve ji bo ceribandina moşekên balîstîk mueyîdeyan li ser Koreya Bakur disepîne.

    Bi heman mijarî:

    Ji NY daxuyaniya Qerebaxê: Bila herdu alî vegerin muzakereyan
    Rûsya: Qanûna NY ya li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî nayê qebûlkirin
    NY: Bi milyonan kes ji ber Boko Haramê li ber metirsiya xelayê ne
    El Nûsrayê êrişî konvoya însanî ya NY li Sûriyeyê kir
    Ji NY bo Çurkin peyama sersaxiyê
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê NY, Ceribandina moşekên balîstîk, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Antonio Guterres, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de