14:48 24 Çile 2018
Zindî
    Pentagon

    Ji Amerîka bo Japonyayê: Di metirsiya Koreya Bakur de em piştgirê we ne

    © Foto: Public Domain
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 41

    Rêvebiriya Amerîkayê li hemberî ceribandina moşekên balîstîk ên Koreya Bakur piştgiriya xwe nîşanî Japonyayê da.

    Hat ragihandin ku Wezîrê Parastin ê Amerîkayê Jim Mattis bi rêya telefonê bi hemkarê xwe yê japonî Tomomi İnada re ceribandina moşekên Koreya Bakur axivîne.

    Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Wezîr MAttis û Wezîr İnada bi rêya telefonê axivîn û herduyan ragihandiye ku ceribandina van moşekan nayê qebûlkirin û li herêmê ji bo ewlehî û aramiyê hewldaneke nepirsyareneye.

    ‘4 MOŞEK LI DERYAYA JAPONYAYÊ KETIN'

    Li gorî daxuyaniyê Mattis ji hemkarê xwe yê japonî re dîsa pşitgiriya Amerîkayê nîşandaye û ragihandiye ku ji bo ewlehiya herêmê tiştê pêwist dê were kirin.

    Berdevkê Pentagonê Jeff Davis jî di axaftina xwe ya derbarê mijarê de got: "Koreya Bakur gelek moşekên bi pîvanên navîn ceribandin û ji wan 4 jê li Deryaya Japonyayê li herêma ekonomîk a şexsî ya Japonyayê ketin. Moşekên ku ji bakurê rojavayê Koreya Bakur hatin pekandin nêzîkî hezar kîlometroyî çûn.

    Bi heman mijarî:

    Ji Koreya Bakur hişyariya şerê nûkleerî
    Rûsyayê li ser ceribandina moşekên Koreya Bakur banga aramiyê kir
    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Koreya Bakur 4 moşek bi hev re pekandin
    Malezyayê vîzeya hemwelatiyên Koreya Bakur rakir
    Etîketan:
    Ceribandina moşekên balîstîk, Wezîrê Parastin ê Japonyayê, Wezîrê Parastin ê Amerîkayê, Tomomi İnada, James Mattis, Japonya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de