10:32 24 Çile 2018
Zindî
    Ceribandina moşekên balîstîk

    Ji Koreya Bakur hişyariya şerê nûkleerî

    © REUTERS/ KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22

    Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de tetbîqatên hevpar ên leşkerî yên Amerîka û Koreya Başur li herêmê rexne kir û ragihand ku em hatine xala şerê nûkleerî.

    Nûnerê Daîmî yê Koreya Bakur li Neteweyen Yekbûyî Ja Song Nam nameyek ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re şand û got: "Amerîka ji 1ê Adarê ve bi Koreya Başur ve bi keştiyên balafir ên nûkleerî, noqav, balafirên bombebaranê û bi balafirên xeyalet li herêmê tetbîqatên leşkerî pêk tîne.

    Ja Song Nam di berdewamiya nameya xwe de got: "Li Nîvgirava Koreyê em hatine xala şerê nûkleerî, tetbîqatên hevpar ên Amerîka û Koreya Başur wê Nîvgirava Kore û Bakurê Rojhilatê Asyayê têxin felaketê, divê ev tetbîqatên leşkerî yên Amerîkayê di KENYê de werin nirxandin."

    Nûnerê Daîmî Ja Song Nam di dawiya nameya xwe de got: "Heke ev daxwaza Koreya Bakur neyê qebûlkirin wekî berê wê dîsa îspat bibe ku Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî baskê siyasî yê Amerîkayê."

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê li ser ceribandina moşekên Koreya Bakur banga aramiyê kir
    Peskov: Em ji ceribandinên moşekên balîstîk a Koreya Bakur bi fikar in
    Koreya Bakur 4 moşek bi hev re pekandin
    Sedema mirina birayê Serokê Koreya Bakur eşkere bû
    'Koreya Bakur fûzeyên balistik bikar anîn'
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Nûnerê Daîmî yê Koreya Bakur li Neteweyen Yekbûyî, Ja Song Nam, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de