10:20 20 Çile 2018
Zindî
    Donald Trump û John Kelly

    Wezîrê Ewlehî yê Amerîkayê: "Sepandina vîzeyê ne hemleyeke li dijî misilmanan e"

    © REUTERS/ Mike Segar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezîrê Ewlehî yê Amerîkayê John Kelly ragihand ku ji bo 3 mehan em ê li hemberî 6 welatên ku piraniya wan misilman in sînorkirina vîzeyê bisepînin.

    Wezîrê Ewlehî yê Amerîkayê John Kelly di televîzyona CNNê de derbarê sînorkirina vîzeyan de ragihand ku ji bo 3 mehan em ê li hemberî 6 welatên ku piraniya wan misilman in sînorkirina vîzeyê bisepînin û serlêdanên 13-14 welatan jî têxin jêpirsîna vekolîna ewlehî.

    ‘13-14 WELAT HEMÛ TEV NE MISILMAN IN'

    John Kelly di berdewamiya axaftina xwe de got: Ji bo ku em bikaribin zêdetir Amerîkayê biparêzin dibe em alîkariyê ji hinek welatan bixwazin. Ez naxwazim spekulasyonê bikim, 13-14 welatên ku hemu ne misilman jî hene û ev hemû ne li Rojhilata Navînin jî. Ji bo ku em bikaribin bi wan re bixebitin em ê ji wan daxwaz bikin ku jêpirsîna vekolîna ewlehî bikin. Heke em zêdetir sepandina vekolînin bînin kesên ku ji wan welatan serdana Amerîkayê bikin dê kêmtir bibe."

    Kelly di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev astengî ne hemleyeke li dijî dewlet an jî şexsê misilman e, lewma li seranserê cihanê 51 welatên ku piraniya xelkê wê ji misilmanan pêk tê hene."

    Bi heman mijarî:

    Trump biryarnameya bo penaberan yê nû erê kir: Iraq di nav de tine ne
    FBI bangî Wezareta Dadê kir ‘îdîaya Trump a Obama red bike'
    Trump ji Kongreyê xwest ku li îdiayên guhdarkirina telefonan bipirse
    Dîrektorê berê ye Îstixbarata Amerîkayê Clapper îdiayên Trump red kirin
    Donald Trump ji bo Mesûd Barzanî nameyek şand
    Etîketan:
    Wezîrê Ewlehî yê Navxweyî yê Amerîkayê, Donald Trump, Johm Kelly, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de