17:11 19 Mijdar 2017
Zindî
    Angela Merkel û Christian Kern

    Serokwezîrê Avusturyayê: "Bila kampanyayên siyasetmedarên tirk li YEyê werin qedexekirin"

    © REUTERS/ Leonhard Foeger
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3770

    Serokwezîrê Avusturyayê Christian Kern di axaftina xwe de ragihand ku bila kampanyayên siyasetmedarên tirk li seranserê Yekîtiya Ewropayê werin qedexekirin.

    Christian Kern di axaftina xwe rexne li pergala serokatî ya Tirkiyeyê girt û got: "Bila çalakî û kampanyayên siyasetmedarên Tirkiyeyê ku li seranserê Yekîtiya Ewropayê bikin werin qedexekirin û bi vî awayî dê zextên li ser Almanyayê jî kêm bibin."

    ‘DIVÊ ERDOGAN VEGERE BINGEHE DEWLETA HIQÛQÎ"

    Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê Serokwezîrê Avusturyayê di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Welt am Sonntagê de got: "Ev plana pergala serokatî wê bingeha dewleta hiqûqî li Tirkiyeyê qels û nirxên Yekîtiya Ewropayê dê ihlal bike. Divê Serokomar Erdogan dîsa vegere zemîna dewleta hiqûqî."

    Herwiha Kern girtina rojnamevanê Die Weltê Deniz Yucel rexne kir û got: "Enqere mafên bingehîn yên wekî demokrasi û mafên însanî binpê dike û divê kêlîk berî kêliyekê Yucel serbest were berdan."

    Bi heman mijarî:

    Avusturya sînorê xwe yê bi Almanyayê re naxwaze veke
    Avusturya ambargoya çekan ji bo Tirkiyê nîqaş dike
    Swîsre û Avusturya ji Olîmpiyatên Zivistanê yên Tirkiyeyê vekişiyan
    Avusturya ya ku bi peymana YE-Tirkiyeyê bawer nake, leşker şandin ser sînor
    Avusturya helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê nerm nekiriye
    Avusturya: Em ê bibin bindestê kesên weke Erdogan
    Etîketan:
    Nîqaşên pergala serokatiyê, Serokwezîrê Avusturyayê, Christian Kern, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de