02:14 22 Sibat 2018
Zindî
    Penaber - koçber

    15.500 penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê li YEyê hatin dabeşkirin

    © AP Photo/ Halit Onur Sandal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Komîsyona Koçê ya Karûbarên Navxweyî û Hemwelatiyan a Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku bi qasî 15 hezar û 500 penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê li welatên Ewropî hatine dabeşkirin.

    Endamê komîsyonê Dimitris Avramopoulos diyar kir, di çarçoveya peymana dabeşkirina 40 hezar penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê dimînin de, 15.500 koçber li welatên YEyê hatine belavkirin.

    Avramopoulos da zanîn ku dê fişara penaberan li ser Îtalya û Yewnanîstanê berdewam bike û got, ‘Welatên endam heger rîska revê hebe, heta demekê li gor rêzikan divê mafê binçavkirinê were bikaranîn.'

    NÊZÎ 1.5 MILYAN PENABER DERBASÎ EWROPAYÊ BÛNE

    Wî rayedarî herwiha bal kişand ser ku divê komkirina penaberan wek kampa komkirinê neyê nirxandin.

    Di salên dawiyê de bi qasî 1 milyon 400 hezar penaber derbarî welatên Ewropî bûne ku YEyê piştî zêdebûna hatina penaberan bergiriyên xwe zêde kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji NATOyê piştgiriya hevkariya leşkerî yên tirk û rûsî
    Serokê Misrê yê berê Husnu Mubarek beraet kir
    Gelo Poroşenko dike ku ji welat bireve?
    Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn dê rojek li daristana Taygayê bêhna xwe bide
    Qibrisê ji bo konferansa navdewletî piştgirî da pêşniyara Rûsyayê
    Pêşmergeyên Roj li ser sînorê Rojava hatin bicihkirin
    Etîketan:
    15.500 penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê li YEyê hatin dabeşkirin, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de