18:12 25 Sibat 2018
Zindî
    Serokomarê Qibrisa Bakur Mustafa Akinci û Serokomarê Komara Qibrisê Nikos Anastasiadis

    Qibrisê ji bo konferansa navdewletî piştgirî da pêşniyara Rûsyayê

    © AFP 2018/ FABRICE COFFRINI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevkê Hikûmeta Komara Kibrisê Nikos Hristodulidis ji bo Sputnikê diyar kir ku ew piştigiriyê didin pêşniyara Rûsyayê ya sazkirina konferansa navdewletî ya ji bo pirsa Qibrisê.

    Hristodulidis ji bo Sputnikê got, "Em piştgiriyê didin pêşniyara Rûsyayê. Serokomar (Nikos) Anastasiadis di hevdîtina xwe ya bi rêya telefonê ya li gel Lavrov de diyar kir ku endamên berdewamî yên Konseya Ewlehî ya NY dixwazin em beşdarî konferansa navdewletî bin. Ji ber ku li gorî me ev welat di çareserkirina pirsa Qibrisê de û bi taybetî jî di warê sepandina çareseriyê de divê xwedî rol bin."

    Hristodulidis bi bîr xist ku Anastasiadis beriya civîna ku di 12ê Rêbendanê de li Ceneveyê bi beşdarbûna welatên garantor hat lidarxistin, pêşniyar kir ku bi beşdarbûna endamên berdewamî konferanseke navdewletî were lidarxistin.

    Rayedarê Qibrisî ev titş gotin, "Lê ji Tirkiyeyê bersiv nehat û beşdarîbûn jî pêk nehat. Lê me dixwest endamên berdewamî li ser maseyê bin."

    Bi heman mijarî:

    Anastasiadis: Di diyaloga siyasî ya ji bo hevgirtina Qibrisê de pêşketin çêbû
    Nexşeyên muzakereyên Qibrisê wê di qaseyên taybet de werin veşartin
    Erdogan û Çîpras mijara Qibrisê nirxandin
    Lavrov: "Di rojeva me de li Qibrisê avakirina baregehan tuneye"
    Keştiya balafiran ya Fransayê, bo operasyona Mûsilê derbasî Qibrisê bû
    Etîketan:
    konferansa navdewletî, pêşniyar, Rûsya, erdevkê Hikûmeta Komara Kibrisê, Nikos Hristodulidis, Qibris
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de