13:39 24 Hezîran 2018
Şirketa frensî ya inşaatê  Lafarge.

Şîrketa Fransî-Swîrseyî li xwe mikur hat ku piştgirî daye milîtanên Sûriyeyî

© AFP 2018 / FRANCK FIFE
Cîhan
Lînkê kurt
0 41

Şîrketa înşaetê ya Fransî û Swîsreyî LafargeHolcim Group li xwe mikur hat ku ji bo ewlehiya febrîqeya xwe ya li Sûriyeyê pêk bîne, di navbera salên 2012 û 2014an de piştgiriya darayî daye milîtanên Sûriyeyê.

Li gorî nûçeya Le Mondeê rayedarên şîrketê ji bo wê rojnameyê gotin ku wan piştgiriya darayî daye milîtanên çekdar ên Sûriyeyî.

‘ME PEYMANÊN KU NAYÊN QEBÛLKIRIN DANÎN'

Li gorî nûçeyê şîrketa LafargeHolcimê diyar kir ku wan ji bo ewlehiya febrîqeya çîmento ya li Jalabiyayê ‘peymanên ku nayên qebûlkirin' danîne û got: "Gava ku em niha lê dinêrin, em dibînin ku pêkanîna şertên pêwîst ên ji bo xebitandina febrîqeyê nayên qebûlkirin."

LafargeHolcimê di derbarê komên ku pere ji bo wan hatine şandin, hûrgilî nedan.

LE MONDE: PIŞTGIRÎ BI KÊRÎ DAIŞÊ HAT

Rojnameya Fransî meha hezîrana sala borî diyar kiribû ku şîrketa Lafarge a Fransî û şîrketa Holcim a Swîsrey3i di sala 2010an de li Sûriyeyê dest bi kar kirin û piştî şerê li Sûriyeyê karibin xebatên xwe yên li herêma Jalabiyayê ya di bin kontrola DAIŞê de, bidomînin, ji bo milîtanên çekdar pere şandine.

Li gorî Le Mondeê ev peyman wê demê bi kêrî DAIŞê hatin.

XEBATÊN DI BIN KONTROLA DAIŞÊ DE

Li gorî nûçeyê kamyonên şîrketê di sala 2013an de ji bo karibin xebatên xwe yên li herêmê bimeşînin divê ji nuqteyên kontrole yên terorîstan derbas bibûya. Hatibû nivisîn ku ev pirsgirêk di encama ‘mizakereyan' de hatibû çareserkirin û DAIŞê ji bo serbestiya derbasbûnê ya şîrketê qaşo belgeyek derxistibû. Her wiha petrola pêwîst jî ji rafînerên di bin kontrol DAIŞê de dihat girtin.

Şîrket di sala 2014an de piştî DAIŞê tevahiya herêmê dagir kir, Sûriye terikand.

Bi heman mijarî:

Le Monde: Kompaniya Lafarge, salekê bac da DAIŞê
Şîrketa fermî ya Rûsyayê, wê bingeha xizmeta elektronîk ya Sûriyeyê ava bike
TMSFê îdiaya destdanîna ser şîrketa Alman derewand
Tê îdiakirin ku şîrketa almanî wê ambargoya çekan deyne ser Tirkiyê
Şîrketa alman a medyayê xebatên xwe yên li Tirkiyê bidawî dike
Agir bi şîrketa neftê ya Siûdî ya bi navê Aramcoyê ket: 2 mirî, 16 birîndar
Etîketan:
milîtanên Sûriyeyî, piştgiriya darayî, Şîrketa LafargeHolcimê, Rojnameya Le Monde, DAIŞ, Swîsre, Sûriye, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de