10:29 24 Hezîran 2018
 M/T Hacı Telli petrol tankeri

Korsanan li Libyayê 4 muretebatên keştiya Tirkiyeyê dîl girtin

Twitter
Cîhan
Lînkê kurt
0 43

Hat ragihandin ku korsanan li Libyayê li Deryaya Spî keştiyeke petrolê ya Tirkiyeyê rehîn girtin. Ji 11 muretebatên ku hatin revandin 4 jê dîl girtin.

Tankêra petrolê ya bi navê M/T Hacı Telli ku xwediyê wê Transpasifik Denizcilik e, li xeraxên deryayî ya Zuvaraha Libyayê korsanan dest danî ser û 11 muretebatên keştiyê revandin.

Korsanan paşî keştî û ji 11 muretebatan 7 jê berdan û 4 kes dîl girtin û bi xwe re birin.

Li gorî nûçeya Deniz Haberê, hinek kesên çekdar li qeraxên Zuvarah a Libyayê bi ser tankêra petrolê ya bi navê M/T Hacı Telliyê de girtin. Grûba çekdar ku ji 5 kesan pêk dihat derkete ser keştiyê û ji muretebatan 4 kes bi zota çekan dîl girtin. Bûyer ji terefê qeptanê keştiyê ve hat raporkirin û 4 muretebatê ku ji terefê korsanan ve hatin revandin agahî bi van re nehatiye danîn.

Nasname û welatîbûna 4 muretebatên ku ji terefê korsanan ve hatine revandin nayê zanîn.

 

Bi heman mijarî:

Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
‘Agahiyên ku korsanên Nîjeryayê welatiyên rûsî dîl girtine rast in'
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê rastî êrîşa korsanên înternetê bû
Parlamenterê HDPê: "Şaredariyên me ji hêla korsanên çînî ve hatin dagirkirin"
Peskov: "Tu eleqeya hikumeta rûsî bi korsanên kompîteran re tuneye"
Etîketan:
Korsanan ji keştiyê 4 muretebat revandin, Tankêra petrolê ya Tirkiyeyê li Deryaya Spî hat revandin, Deryaya Spî, Libya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de