10:19 22 Sibat 2018
Zindî
    Sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê

    Azerbeycanê çeperên artêşa Ermenistanê bombebaran kirin

    © REUTERS/ Vahram Baghdasaryan/Photolure
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 31

    Hat ragihandin ku artêşa Azerbeycanê hinek çeperên artêşa Ermenistanê ku xeta sînor wekî baregeh bi kar dianîn îmha kirin.

    Wezareta Parastin a Azerbeycanê, li hemberî ihlalên agirbest a artêşa Ermenistanê hêzên Azerbeycanê şevê din bi êrişê bersiv dan. Li gorî daxuyaniyê artêşa Azerbeycanê hinek çeperên artêşa Ermenistanê ku li xeta sînor a bajarê Hocavendê wekî baregeh bi kar dianîn hatin îmhakirin. Wezaretê wêneyê êrişan ku ji hewayê hatibûn kişandin jî parve kir.

    Li gorî dimênên wezaretê, baregehên leşkerî yên Ermenistanê berî ku rastî êrişan werin hinek leşker û wesayîtên zirxî têne xuyakirin. Wezaretê îdîa kir ku Ermenistan windayiyên xwe ji raya giştî vedişê re û li xeta cephe kontrol bi temamî di destê artêşa Azerbeycanê de ye.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ti wendahiyên giyanî li aliyê Ermenistanê pêk nehatine û wiha hat ragihandin: "Kontrola xeta eniyê bi temamî di destê artêşa Azerbeycanê de ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Aliyev: Azerbeycan bi Rûsyayê re bazara çekan dike
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Azerbeycan her dem bi hev re bin"
    Azerbeycan ji bo makeqanûnê diçe ser sindoqan
    Azerbeycan: Hevdîtin erênî û avaker bû
    Azerbeycan: Di 24 saetên dawî de 134 car agirbest hate îxlalkirin
    Etîketan:
    Azerbeycanê çeperên xetên sînor ên Ermenistanê bombebaran kirin, Şerê navbera artêşa Ermenîstan û Azerbeycanê, Azerbeycan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de