00:00 23 Sibat 2018
Zindî
    Bekri Hasan Salih

    Li Sûdanê piştî 28 salan serokwezîr hat tayînkirin

    © REUTERS/ MOHAMED NURELDIN ABDALLAH
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 32

    Hat ragihandin ku Serokomarê Sûdanê Omer el Beşir cîgirê xwe Bekri Hesen Salih wekî serokwezîr tayîn kir.

    Cîgirê Serokomarê Sûdanê û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kongre ya Neteweyî ku Beşir serokatiya wê dike Îbrahîm Mahmûd di civîna xwe ya çapamenî de got: "Piştî civîna berpirsên bilind ê partiyê biryar hat dayîn ku Bekri Hesen Salih wek serokwezîr were tayînkirin. Salih di heman demê de wê wezîfeya xwe ya cîgiriya serokomariyê jî bidomîne."

    XEBATÊN AVAKIRINA HIKÛMETÊ DESTPÊ DIKIN

    Îbrahîm Mahmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokomar Beşir biryarnameya derbarê tayînkirina Salih de wê sibê îmze bike. Salih wê bi terefên siyasî ku tevlî pêvajoya diyaloga neteweyî bûne xebatên avakirina hikûmetê bimeşîne."

    Omer el Beşir di sala 1989an de dema hatibû ser rêvebiriyê pergala serokwezîrtiyê betal kiribû û derbasî pergala serokatiyê bibû. Herwiha parlamentoya Sûdanê di berfenbara sala borî de Destûra Bingehîn ku guherandina serokatiyê jî di nav de pejirandibû.

    Bi heman mijarî:

    'Ji bo zarokên birçî yên Sûdanê midexeleya tenduristiyê pêwiste'
    Li Sûdanê xetereya xelayê: Dibe ku 5 milyon mirov bimirin
    Obama sepandinên li ser Sûdanê rakir
    Hikûmeta Sûdanê li hemberî gelê xwe çekên kimyewî bikar anît
    Sûdanê rêveberiya 2 dibistanên girêdayî FETO spart şîrketeke Sûdanî
    Etîketan:
    Li Sûdanê piştî 28 salan serokwezîr hat tayînkirin, Partiya Kongre ya Neteweyî ya Sûdanê, Bekri Hesen Salih, Omer el Beşir, Îbrahîm Mahmûd, Sûdan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de