10:17 22 Sibat 2018
Zindî
    Staffan de Mistura

    De Mistura: "Îro rojeke girîng e"

    © REUTERS/ Ruben Sprich
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 52

    Staffan De Mistura ji bo rewşa dawî ya civîna roja 7emîn a mijara Sûriyeyê ya Cenevê kêfxweşiya xwe nîşan da û ragihand ku îro wê rojeke girîng be.

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura ji bo rewşa dawî ya civîna roja 7emîn a Cenevê kêfxweşiya xwe nîşanda û ragihand ku îro wê rojeke girîng be. De Mistura seetên dereng ê şevê de bi awayekî suprîz çû otela ku muxalif lê diman.

    De Mistura zêdetirî du seetan bi heyeta ku serokatiya wê Nasir el Herîrî dike hevdîtinek pêk anî û piştî civînê daxuyaniyeke kin da û got: Me hevdîtineke bi fêde pêk anî. Firsenda me ya ku em hemû mijarên di rojevê de binirxînin çêbû. Îro wê rojeke girîng be."

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî pesnê helwesta muxalifan da û bi başî behsa nêzîkbûna wan a mijarê kir û got: "Ev noqte ji bo me pir girîng e."

    Herwiha tê pêşbînîkirin ku di nava rojê de Staffan De Mistura bi heyeta hikûmeta Sûriyeyê ku Beşar Cafer serokatiya wê dike pê re jî hevdîtinekê pêk bîne.

    Bi heman mijarî:

    Caferî: ‘De Mistura dosyayeke da hemû aliyan, em li ser dixebitin'
    De Mistura: Gelo bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê DYA li ku ye?
    De Mistura ji bo heyeta muxalifên Sûriyeyê biaxive diçe Moskowa yê
    De Mistura dest bi şandina vexwennameyên Cenevreyê kir
    Pêşnûmaya destûra Sûriyê ji De Mistura re hat pêşkeşkirin
    Etîketan:
    Hevdîtinên aştî yên hikûmeta Sûriyeyê û muxalifan, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Nasir el Herîrî, Beşar El Caferî, Staffan De Mistura, Cenev, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de