00:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Kanada

    Li cihanê şopa herî kevn a jiyanê li Kanadayê hatin ditîn

    © Flickr/ Tony Webster
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 115

    Hat ragihandin ku li cihanê şopa herî kevn a jiyanê li eyaleta Quebec a Kanadayê di lekolîneke zanistî de derket holê.

    Heyeteke zanistî ya navneteweyî li Quebeca Bakur li latên Nuvvuagittuq Greenstone Beltê ku wekî ‘pêkhateyên hesin ê bi bandî' tê nasîn lêkolîneke zanistî dimeşandin û li wir li ser cewhereke hesin bakteriyê ku fosîl girtibû yên 3.8 milyar sal berê hate dîtin.

    Yek ê di ekîbê de ku ji Beşa Zanistên Ekolojîk û Erd yê Zanîngeha Ottawayê Doç. Dr. Jonathan O'Neill derbarê mijare de ragihand ku fosîlên ku me li latên Nuvvuagittuq Greenstone Beltê dîtin şopa herî kevn a cihanê li ser wan e.

    Doç. Dr. Jonathan O'Neill di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di lekolînên me de derket holê ku ev bakteriyên li ser fosîl hatin dîtin di navbera 3.8 û 4.3 milyar salî ne. Tiştê eseh ev e temenê van bakteriyan 3.8 milyar sal e.Heke bi vî halê xwe jî bimînê li gorî yê tê zanîn em 100 milyon salî bi paşvetir diçin."

    Bi heman mijarî:

    Xetereya jiyanî ya 7 kesên teqîna Kayseriyê, berdewam dike
    Şagirtê pola 4a ya tibê bi qezaya înşaatê jiyana xwe ji dest da
    Bîlançoya şerê 5 rojan li Donbassê: Herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest da
    Zilamê xwedî 130 jinî jiyana xwe ji dest da
    Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê
    Etîketan:
    Beşa Zanistên Ekolojîk û Erd yê Zanîngeha Ottawayê, Heyeteke zanistî ya navneteweyî, Nuvvuagittuq Greenstone Beltê, Jonathan O'Neill, Quebec, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de