08:55 19 Sibat 2018
Zindî
    Mimi Kodheli

    Arnavutluk jî hêza leşkerî dişîne Iraqê

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 42

    Hat raghandin ku di çarçoveya operasyonên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê de welatê Arnavutluk jî wê hêzeke leşkerî bişîne Iraqê.

    Wezîra Parastin a Arnavutlukê Mimi Kodheli raghand ku di çarçoveya operasyonên Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê welatê wê jî dê hêzeke leşkerî bişîne Iraqê.

    Herwiha derbarê wê yeke de malpera "balkaninsight" ragihand ku Wezîra Parastinê ya Arnavutlukê Mimi Kodheli di civîna xwe ya ligel parlamentoya gotiye ku li ser daxwaza Amerîkayê Hêzeke leşkerî di çarçoveya şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dişîne Iraqê.

    Li gorî zanyariyan Berpirsa arnavutlukî tekez kir ku niha ew li benda erêkirina parlamentoyê ne û di heyama du heftiyan de wê ew hêz were şandin.

    Tê zanîn ku Arnavut yek ji welatên Hevpeymaniya Navnetewî bi Serokatiya Amerîka li dijî DAIŞê ye ku, ji zêdeyî 60 welatan pêktê.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê pira 4emîn a Mûsilê kontrol kir
    Artêşa Iraqê baregeha Xezlanî kontrol kir
    Barzanî: Kampa Başîkayê wê bo perwerdehiya artêşa Iraqê bê bikaranîn
    Artêşa Iraqê li Sûriyeyê li dijî DAIŞê operasyon li dar xistin
    'Artêşa Iraqê li Mûsilê şerekî qaremanî dimeşîne'
    Etîketan:
    Arnavutluk leşker dişîne Iraqê, Wezîra Parastin a Arnavutlukê, Mimi Kodheli, Arnavutluk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de