10:34 24 Hezîran 2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan - Serokdewletê Çînê Şi Cinping

Şi Cinping Erdogan vexwende Çînê

© REUTERS / Lintao Zhang
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping ji bo sazkirina projeya modern a hevrişim di 14 û 15ê Gulanê de serokê 65 welatan dicivîne. Şi Erdogan jî vexwende Çînê.

Serokê Çînê Şi Cinping di sala 2013an de di daxuyaniyeke xwe de rêya modern a hevrişim bi navê ‘Rêyek û Nifşek' îlan kiribû û niha wê rêyê dixe heyatê. 65 welatên ku li ser rêgeha rêya hevrişimin di 14 û 15ê Gulanê de li paytextê Çînê li Pekînê dicivin.

Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê, tê pêşbînîkirin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan di 14 û 15ê Gulanê de serdana Çînê bike û dibe bi Şi Cinping re hevdîtineke dualî jî pêk bîne.

PÛTÎN Û MAY JÎ TEVLÎ ZÎRWEYÊ DIBIN

Di van demên dawî de Tirkiye polîtîkayeke nêzîkî Çînê dimeşîne. Tirkiye ji bo pergala parastina moşekan bi Çînê re hevdîtin pêk anîbû û endamtiya Rêxistina Hevkarî ya Şanghayê hatibû rojevê.

Di vê dewra ku di navbera Tirkiye û Amerîka û dewletên Yekîtiya Ewropayê de li ser polîtîkayên herêmî pirsgirêk hene serdana Erdogan a Çînê girîng tê nirxandin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May jî tevlî zîrweyê dibin.

Bi heman mijarî:

Di navbera Çîn û Tirkiyeyê de cara yekemîn teqesa pereyan hat kirin
Li Çînê êrişa bi kêrê: 5 kuştî û 5 birîndar
Şi 'rica kir', Trump jî soz da ku wê yekrêziya Çînê biparêze
Pûtîn, di meha gulanê de diçe Çînê
Li deryaya rojhilatê Çînê gengeşiya navbera Pekîn û Tokyo yê
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Çînê, Recep Tayyip Erdogan, Şi Cinping, Çîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de