09:39 23 Hezîran 2018
Ceneveya 4emîn dest pê kir

Komîteya Muzakere ya Bilind: "Bila Rûsya erka xwe ya ser Şam û Tehranê bi kar bîne"

© REUTERS / Pierre Albouy
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Berdevkê Komîteya Muzakere ya Bilind (HNC) Salim Meslet ji bo agirbest û krîza Sûriyeyê ragihand ku bila Rûsya erka xwe ya ser Şam û Tehranê bi kar bîne.

Berdevkê Komîteya Muzakere ya Bilind (HNC) Salim Meslet ji bo hevdîtinên Cenevê ji ajansa Spûtnîkê re axivî û got: "Divê Rûsya di nêzîkbûna aliyan de pozîsyoneke hevseng bimeşîne. Em naxwazin Rûsya ne nêzîkî muxalifan be û ne jî piştgiriya rejimê bike. Divê Rûsya li kêleka gelê Sûriyeyê be. Gelê Sûriyeyê êşê dikişînê û em jî dixwazin em vê êşê bi dawî bikin. 6 sal bi ser re derbas bûn û bes e, windayiya me pir zêde ye. Divê Rûsya erka xwe ya ser rejim û Îranê bi kar bîne. Em mirina gelê Sûriyeyê bi dawî bikin."

MESLET: ŞAM DIXWAZE TENÊ TEKOŞÎNA TERORÊ MUZAKERE BIKE

Berdevkê HNCê Meslet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heyeta Şamê ya li Cenevê dixwaze tenê tekoşîna terorê muzakere bike û ji muzakereyên mijarên din direve. Em hemû li dijî terorîzmê ne û dizanin bê şerê Sûriyeyê çawa ye. Ev mijar li Astanayê hatin nirxandin. Lê heyeta Şamê li Cenevê mijara tekoşîna terorîzmê dike mijara sereke û naxwaze mijarên din ê girîng biaxive. Formata Cenevê ji bo çareseriya pevajoya Sûriyeyê hat avakirin. Rejim nikare bi terorîzmê re tekoşînê bimeşîne, lewra ew li Sûriyeyê terorîzmê çêdike û li hemberî gel sûc dike."

Bi heman mijarî:

Lavrov li Moskowê wê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinekê pêk bîne
Muxalifên sûriyeyî biryara tevlîbûna hevdîtinên Astanayê dan
Muxalifên sûriyeyî hevdîtinên Astanayê boykot dikin
Berpirsên leşkerî yên tirk û rûsî li Enqereyê bi muxalifên sûriyeyî re hevdîtinan dikin
Zaxarova: "Bi muxalifên sûriyeyî re di nava pêwendiyan de bû"
Etîketan:
Muxalifên sûriyeyî, Hevdîtinên Cenevreyê, Berdevkê Komîteya Muzakere ya Bilind (HNC), Salim Meslet, Sûriye, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de