10:43 22 Hezîran 2018
Îlham Aliyev û Mehriban Aliyeva

Pisporê rûsî: "Wezîfeya Aliyeva ya nû bi FETO re eleqedar e"

© Sputnik / Alexey Kudenko
Cîhan
Lînkê kurt
0 22

Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê Sergey Markov ragihand ku wezîfegirtina Mehriban Aliyeva ya Cîgirtiya Serokomaritiyê bi FETO/PDYê ve eleqedar e.

Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê Sergey Markov axaftina xwe ya çapameniya rûsî de got: "Mehriban Aliyeva di jiyana civakî û siyasî ya Azerbeycanê de roleke mezin lîst. Wezîfeya wê ya nû wê bandoreke erênî li aramiya siyasî ya Azerbeycanê bike. Li gorî encamên hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê li Azerbeycanê jî guherîna Destûra Bingehîn hat kirin."

Sergey Markov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wezîfedarkirina Aliyeva bi guherîna Destûra Bingehîn ve eleqedar e. Têkiliyek di navbera pêvajoya Tirkiye û Azerbeycanê de heye. Tora Fethullah Gulen û hevalbendên wî yên amerîkî li Tirkiyeyê hewldana derbeya leşkerî kirin. Ev tor li Azerbeycanê jî aktîf dixebitî. Divê mirov hêza wan tucarî piştguh neke. Lewma Îlham Aliyev yeke nêzîkî xwe anî vî meqamê CÎgirtiya Serokomariyê ku bikaribe pêşiyê li daxwazên xeyrî qanûnî bigire.

Bi heman mijarî:

Îlhan Aliyev hevsera xwe wek Cîgira Serokomar tayîn kir
Aliyev: Em nahêlin dewleta duyemîn a Ermenî were avakirin
Aliyev: Azerbeycan bi Rûsyayê re bazara çekan dike
Aliyev: "Di xistina balafira rûsî de dibe rola hêzên derve hebe"
Aliyev: "Di mijara Sûriyeyê de hinek sebebên bi heq ên Rûsyayê hene"
Etîketan:
FETO/PDY, Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê, Mehriban Aliyeva, Îlhan Aliyev, Sergey Markov, Azerbeycan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de