01:54 25 Hezîran 2018
Beşar Caferî

Caferî: "Yên ku terorê red neke em ê wî hevalgirê terorê bihesibînin"

© REUTERS / Denis Balibouse
Cîhan
Lînkê kurt
0 11

Serokê delegasyona hikûmeta Sûriyeyê ku tevlî civînên Cenewê bûye Beşar Caferî ragihand ku em amade ne bi muxalefeta ku terorîzmê lanet bike re danûstandinan bikin.

Serokê heyeta hikûmeta Sûriyeyê ku tevlî civînên Cenewê bûye Beşar Caferî di axaftina xwe de got: "Tenê şertekî me bi muxalefeta welatparêz û ya yekgirtî ku em bi wan re rûnin masê heye, divê terorîzmê lanet bikin û ji bo ajandayeke veşartî û biyanî nexebitin."

Beşar Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hemû beşdarvanên ku tevlî danûstandinên Cenewê bûne divê êrişa Hûmsê ku bû sedema bi dehan xelkên sivîl lanet bikin. Heke yek jî vê red bike, em ê wî hevalgirê terorîstan bihesibînin û li gorî wê tevbigerin."

Bi heman mijarî:

Caferî: ‘De Mistura dosyayeke da hemû aliyan, em li ser dixebitin'
Caferî: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriya Sûriyê neyîne em pêwendiyê nakin
Caferî: ‘Tirkiye ji binpêkirina serweriya Sûriyeyê berpirsyar e'
Caferî ji Spûtnîkê re: Em û dijberî dê bi hev re şerê terorê bikin
HSD û Caferî ji bo federasyonê devjeniyê dikin
Caferî: Kurd di dîroka Sûriyê de xwedî roleke girîng in
Etîketan:
Muxalifên sûriyeyî, Serokê heyeta hikûmeta Sûriyeyê li Cenevê, Beşar Caferî, Cenêv, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de