20:05 14 Kanûn 2017
Zindî
    François Hollande

    Hollande bersiva gotina Trump da: ‘Bêhurmetî ye'

    © Foto: Sputnik/ Sergey Guneev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Dewleta Fransayê Francois Hollande daxuyaniya derbarê Parisê yê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump wek ‘bêhurmetî' nirxand.

    Donald Trump
    © AP Photo/ Martinez Monsivais
    Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya bo alîgirên xwe yê li Washingtonê de gotibû: "Piştî êrişa terorî ya li Parisê, Paris êdî ne Parisa ewil e."

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî, Hollande beramberî vê daxuyaniyê "Welatek, li hemberî welatek din ên ku hevalbende, bêhurmetiyek biçûk jî nerast e ku bike. Ez wê yekê li Amerîkayê nakim û heman tiştê jî ji Serokê Amerîkayê hêvî dikim."

    Trump li konferansa Tevgera Siyasî ya Muhafezekar (CPAC) ya li Washingtonê roja înê ji alîgirê xwe re axivîbû û polîtîkayên penaberan a Ewropayê û helwesta wan ê li dijî DAIŞê rexne kiribû.

    Di dema axaftina xwe de Trump got: ‘Min ji hevalekî xwe ku hersal betlaneya xwe li Parisê diborîne pirsî, Paris çawa ye? û hevalê wî yê bi navê Jim jê re gotiye "Paris êdî ne Parisê ewil e".

    Bi heman mijarî:

    Hollande soza piştevaniya Kurdistanê da Barzanî
    Barzanî û Serokomarê Fransa Hollande îro dicivin
    Hollande li dijî Trump bang li YEyê kir
    Hollande: ‘Rêveberiya Trump dê bo Ewropayê zehmetiyan derxin'
    Pûtîn bo Ukrayna û Sûriyeyê bi Merkel û Hollande re hevdîtin pêk anî
    Hollande: Pêdiviya YEyê bi nesîhetên biyaniyan nîne
    Etîketan:
    bêhurmetî, axaftin, bersiv, daxuyanî, DAIŞ, Françios Hollande, Donald Trump, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de