14:56 12 Kanûn 2017
Zindî
    Polîsên Amerîkayê (Arşîv)

    Li Amerîkayê mizgeftek hat şewitandin

    © AP Photo/ Lynne Sladky
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li eyaleta Florida ya Amerîkayê mizgeftek hat şewitandin. Di şewatê de tu wendahiya can û birîndar çênebû.

    Di daxuyaniya Agirkujiya navçeya Hillsboroughê de diyar kir ku li bajarê Tampa yê Floridayê mizgefta ayidê Komeleya Îslamê ya Tampa Nû bi zanebûn hatiye şewitandin.

    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şeva borî saet di 02.00yan de şewat hatiye temirandin û di encamê de beşa perestiyê ya mizgeftê rastî zirarê dîtiye û hat gotin ku di bûyerê tu wendahiya can û birîndar çênebûye.

    Berdevkê Komeleya Îslamê ya Tampaya Nûyê Mustafa Ameen anî ziman ku ji bo bûyer baş were zanîn, ew ê li bende encamên lêpirsînê bin.

    Hêjayî bibîrxisitinê ye ku di Îlona 2016an de jî li bajarê Orlando yê Floridayê mizgeftek hatibû şewitandin û rastî zirareke bi qasî 100 hezar dolaran hatibû.

    Bi heman mijarî:

    Polêsê Îranê êriş bir ser mizgeft û medreseyên kurdan: 10 birîndar
    6 cenaze hê jî li mizgeft û malan tên rawestandin
    Muftî: Li Rûsyayê nêzîkî 8 hezar mizgeft hatine vejandin
    Etîketan:
    Berdevkê Komeleya Îslamê ya Tampaya Nûyê, Mustafa Ameen, Amerîka, Florida
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de