15:39 18 Kanûn 2017
Zindî
    Tabûra S-400ê ya li Moskovayê

    Times: Dibe ku Tirkiye ji bo îşaretekê bide NATOyê bi Rûsyayê re hevdîtinên S-400î dike

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 53

    Rojnameya Îngiliz Timesê cih da hevdîtinên moşekên S-400î yên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de û nivisî ku ev dibe Tirkiye bi van hevdîtinan bixwaze girêdabûna xwe ya bi NATOyê re kêm bike an jî dibe ku bazareke taktîkî be.

    Richard Spencer di nivîsa xwe ya rojnameya Timesê de cih da daxuyaniya Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Fikri Işik ku gotibû divê em rêyeke mayînde ya parastina Tirkiyeyê bibînin û dibe ku moşekên S-400î bibin çareseriyeke mayinde.

    Di nivîsê de hat parastin ku ev daxuyaniyên Işik dibe ku li şûna moşekên Patriot ên li moşekên MEADSê yên Amerîka, Almanya û Îtalyayê bazareke taktîkî be û hat diyarkirin hevdîtina Tirkiyeyê ya ligel Rûsyayê dibe ku li ser daxwaza kêmkirina girêdana NATOyê jî nîşanek be.

    CEOyê şîrketa parastinê ya dewleta Rûsyayê, Roctecê Sergey Çemezov gotibû Tirkiyeyê di mijara moşekên S-400î de bi wan re hevdîtin kiriye. Çemezov di derbarê qonaxa hevdîtinan de jî gotibû niha mijarên darayî tên nîqaşkirin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Hevdîtinên S-400î yên bi Rûsyayê re erênî ne
    "Eger peyman bê morkirin em dikarin pergala moşekên S-400î bo Tirkiyeyê hilberînin"
    Rostech: Rûsya û Tirkiye ji bo pergala moşekên S-400î hevdîtinan dikin
    Rûsya: Em plan nakin pergala moşekên S-400î bifiroşin Îranê
    Asîmanê Moskowê wê bi moşekên S-400î werin parastin
    Moskova: "Emê moşekên Îskender û S-400î li Kalîningradê bi cih bikin"
    Etîketan:
    hevdîtin, moşekên S-400î, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Fikri Işik, Tirkiye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de