14:17 11 Kanûn 2017
Zindî
    Wezîra kurd a hikûmeta Belçîkayê Zuhal Demîr

    Li Belçîkayê jineke kurd bû wezîra hikûmetê

    © Foto: Facebook
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 42

    Li Belçîkayê parlamentera kurd a Partiya Hevgirtina Flamanan Zuhal Demir di hikûmeta nû ya Belçîkayê de bû wezîr û piştî sondxwarina qanûnî dest bi peywira xwe kir.

    Qahîre
    © Sputnik/ Ashraf Kamal
    Parlamentera kurd a bi navê Zuhal Demir duh weke wezîra hikûmeta nû ya Belçîkayê sond xwar û di hikûmeta nû ya Belçîkayê de bû Wezîra Karûbarên Têkoşîna Li Dijî Hejariyê û Wekheviya Mafan.

    Zuhal Demir piştî sondxwarina xwe diyar kir ku hilbijartina wê biryareke di cih de ye û got ji ber ku ew di warê karûbarên hikûmetê yên di warê tekoşîna li dijî hêjariyê de xwedî tecrûbe ye. Demir her wiha derbirî ku ew ê di nava hikûmeta nû de bibe xwediyê roleke cuda û ew ê ji bo serkeftina hikûmetê hemû derfetên xwe bi kar bîne.

    Zuhal Demira ku bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, parêzerî xwendiye û bû yekemîn kurd, ku di hikûmeta Belçîkayê de erka wezîrtiyê werbigire. Demir di 2yê Adara 1980yan de li Belçîkayê ji dayik bûye û di hilbijartina 6ê Tîrmeha 2010an de bibû parlamenter.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerê kurdê êzidî cara 5an hat hilbijartin
    Li kurdê ku bi darê zorê busta Atuturk pê dan maçkirin ceza birîn êrişkar jî tehliye bûn
    Kurdekî ji Hewlêrê ev 12 sal in li Qesra Spî ya DYA wergera kurdî dike
    Kurdekî mezintirîn xelata erebî wergirt
    Etîketan:
    Wezîra Karûbarên Têkoşîna Li Dijî Hejatiyê û Wekheviya Mafan, Zuhal Demir, Dêrsim, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de