17:08 19 Mijdar 2017
Zindî
    Tîmên Ewlehî yên Qeraxên Îtalyayê

    Li qeraxên Îtalyayê di 3 rojan de 2 hezar û 700 penaber hatin rizgarkirin

    Italian Coast Guard
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1120

    Li gorî daxuyaniya berpirsên Ewlehiya Qerax a Îtalyayê di nava 3 rojan de li deryayên Îtalyayê 2 hezar û 700 penaber ji mirinê hatin rizgarkirin.

    Wezareta Navxweyî ya Îtalyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di sala 2017an de hejmara penaberên ku hatine Îtalyayê gihîşte 10 hezar û 700î. Ji van 2 hezar û 700 jê di nava 3 rojan de penaberên ku ji deryayê hatine rizgarkirin pêk tê. Li gorî berpirsan ev reqem li gorî salên borî 3 qat zêdetir e.

    Berdevka Rêxistina Bijîşkên Sînornenas Mathilde Auvillain derbarê mijarê de got: "Rewş tucarî wiha negihîştibû encamên metirsîdar."

    DIBE REQORA SALA BORÎ WERE DERBASKIRIN

    Sala borî 181 hezar penaber gihîştibûn Îtalyayê û li gorî salên derbasbûyî reqor hatibû şikandin. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di sala 2017an de ev reqor dîsa were şikandin. Di sala 2016an de zêdetirî 5 hezar penaberên ku dixwestin herin dewletên Ewropayê di deryayê de xebiqî bûn. Ji sala 2015an ve hejmara penaberên ku gihîştine Ewropayê ji milyonek û 500 hezarî derbas bûye.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Macaristané: "Nabe ku penaber bi serbestî bigerin"
    Îsal zêdetirî 5 hezar penaber di Behra Spî de xeniqîn
    Li Yunanîstanê 13 hezar penaber winda ne
    Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
    Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Îtalyayê, Berdevka Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, Mathilde Auvillain, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de