11:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Teqîna li Afganistanê

    Li Afxanîstanê teqîn: 4 mirî 20 kes jî birîndar bûn

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1010

    Li devera Canî Hil a Wîlayeta Pektiya ya Efxanistanê teqînek çê bû û di endamê de 4 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî agahiyan, teqîn di encama danîna bombeyekê ku ji dûr ve hat teqandin pêk hatiye

    Qayimeqamê Cani Hilê, Malik Zahir Xan derbarê bûyerê de diyar kir ku bombe bi motorsikletekê ve hatiye girêdan û li nav sûka Cani Hil, bi kumandayê ji dûr ve hatiye teqandin.

    Malik Xan eşkere kir ku di encama vê êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

    Heta niha tu kes berpirsyarî bombeye negirtiye serxwe.

    Bi heman mijarî:

    Tê îdiakirin ku NATO li Afxanîstanê li sivîlan daye
    Amerîka ji bo parêzbendiyê pere dide Afxanîstanê
    Li Afxanîstanê êrişa xwekujî ya DAIŞê hate pûçkirin
    Artêşa Afxanîstanê qereqola xwe bombebaran kir: 6 mirî
    'Hin hêzên li Afxanîstanê, xizmeta dijminan dikin'
    Etîketan:
    birîndar, mirî, bombe, teqîn, Malik Zahir Xan, Afxanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de