08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Moşeka Îskender-M

    Ermenistanê di derbarê moşekên Îskender de daxuyanî da

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 3510

    Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê Vigen Sarkisyan daxuyand ku moşekên Îskender ên li Yêrîvanê hatine tespîtkirin, ayidê Artêşa Ermenistanê ne.

    Sarkisyan ji bo Sputnikê axivî û got, "Sewqiyata Îskenderan a ji bo Ermensitanê ji bo her kesî rastiyeke eşkere ye, her kesî ev yek bi çavên xwe dît. Ez ji sedî sed bawer dikim ku moşek ayidê Artêşa Ermenistanê ne. Di vê mijarê de nabe ku fikireke din hebe."

    ‘MOŞEK JI BO PARASTINÊ NE'

    Wezîrê ku hûrgiliyên peymana di derbarê radestkirina moşekan de agahî nedan, dest nîşan kir ku pergala moşekan ji aliyê serbazên ku di vê mijarê de ji artêşa Ermenistanê perwerde girtine, tê bikaranîn.

    Sarkisyan got, "Armanc û parametreyên bikaranîna van çekan, gava ku li dijî welatekî werin bikaranîn dihêle ku zirarên bê çare bidin binesaziya xwe. Loma jî biryara bikaranîna Îskenderan wê rasterats girêdayî geşedanan be. Em vê çekê di rewşên pêwîst de wek garantiya bersivdayîna êrîşan dibînin. Ji ber ku beriya her tiştî Îskender çekek ji bo pêximkeriyê ye."

    Moşekên Îskenderan cara pêşîn di meha îlona sala borî de li paytexta Ermenistanê, li Yêrîvanê, di rêûresma pîrozbahiyên salvegera 25emîn ên serxwebûna welêt de hatibûn pêşkeşkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Piştî Sûriyeyê wê li sînorên Îran û Ermenistanê jî dîwar were çêkirin'
    Nivîskarê kurd Elîxanê Memê li Ermenistanê çû ber dilovaniya xwe
    Rûsya û Ermenistanê Peymana Hêza Hevpar îmze kir
    Azerbeycanê balafira Ermenistanê xist
    Serokê Ermenistanê Serj Sarkîsyan bersiva pirsên Spûtnîkê dan
    Pûtîn, hevkariya hêzî ya bi Ermenistanê re erê kir
    Etîketan:
    moşekên îskenderê, Wezîrê Parastinê yê Ermenistanê, Vigen Sarkisyan, Ermenistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de