18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Êzidî-jin-kumkujî- bîranîn- salveger

    Kanada: Em ê 800 kurdên êzidî bigirin

    © REUTERS/ SERTAÇ KAYAR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1710

    Wezîrê Koçberî û Welatiyê yê Kanadayê Ahmed Hussen daxuyand ku Kanada wê heta dawiya salê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê 800 kurdên êzidî bigirin.

    Wezîrê Koçberî û Welatiyê yê Kanadayê Ahmed Hussen li Parlamentoya Kanadayê axivî û got wan heta niha 400 kurdên êzidî hewandine. Hussen da zanîn ku ew ê heta dawiya salê 800 kurdên êzidî yên din jî bigirin û got, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya Iraqê daxwaza me ya girtina êzidiyan qebûl kirine."

    Wezîrê Kanadayê derbirî ku pêdiviyên penaberên êzidiyan ji yên penaberên din zêdetir in û ev tişt gotin, "Piraniya wan him ji aliyê fîzîkî ve him jî ji aliyê derûnî ve rastî travmayê hatine. Pêdiviya wan bi alîkariya derûnî û civakî heye."

    Ahmed Hussen her wiha dest nîşan kir ku ew ê ji bo peydakirina pêdiviyên êzidiyan bi rêveberiyên herêmî re jî bixebitin.

    Bi heman mijarî:

    Qeymeqamê Şingalê: Destên veşartî nahêlin êzidî bên rizgarkirin
    Keçika êzidî ya ji destê DAIŞê xelas bû çîroka xwe ji Daily Mailê re got
    DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne dike xwekuj
    'Dayîna 45 milyon dolaran bo rizgarkirina jinên êzidî dereweke mezin e'
    Zarokê Êzidî ku DAIŞê revandibû gihîşt malbata xwe
    Îro roja 'Cejna Çileya Zivistanê' ya kurdên êzidî ye
    Etîketan:
    kurdên êzidî, Wezîrê Koçberî û Welatiyê yê Kanadayê, Ahmed Hussen, Iraq, Herêma Kurdistanê, Kanada
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de