22:09 17 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    Girtiyê Guantanamoyê yê berê li Iraqê êrîşeke xwekuj pêk anî

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2110

    Milîtanê DAIŞê yê brîtanî yê ku vê hefteyê bi otomobîlekê êrîşeke xwekuj li dijî Artêşa Iraqê pêk anîibû, girtiyekî Guantanamoyê bû û milyon û 6 hezar dolar tezmînat ji hikûmeta brîtanî stendibû, berî ku di ser Tirkiyeyê re tev li DAIŞê bibe.

    Ala DAIŞê
    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Cemal El Haris ê ku berî bibe misilman wek Ronald Fiddler dihat nasîn û êrîşeke xwekuj li dijî baregeheke leşkerî ya Artêşa Iraqê li nêzîkî Mûsilê pêk anîbû, di sala 2004an de ji girtîgeha DYAyê derketibû û tezmînata bi qasî milyon û 6 hezar dolarî ji hikûmeta brîtanî stendibû.

    El Haris, istixbarata brîtanî tawanbar kiribû ku haya wan ji danûstendina xerab ya li girtîgehê hebû yan jî destê wan bi xwe tê de hebû.

    Li gorî agahiyên nûçeya telegraphê, El Haris piştî xebatên lobiyê yên hikûmeta Tony Blair hatibû berdan.

    Herwiha El Haris di sala 2014an de di ser Tirkiyeyê re tev li DAIŞê bûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Senatorê Rûsî: Bêyî Amerîkayê nabe DAIŞ were têkbirin
    ‘DAIŞ êrişî başûrê rojavayê Derayê dike'
    Rûsyayê li Reqqayê DAIŞ bombebaran kir
    Parlamentarê Sûrîyê: DAIŞ ji roja roj ve îradeya welatên biyanî bi cî tîne
    DAIŞ zarokên Êzidî yên ku direvîne dike xwekuj
    Gatilov: DAIŞ rêya dabînkirina ava vexwarinê li ser Helebê dibire
    Etîketan:
    DAIŞ, Ronald Fiddler, Cemal El Haris, Brîtanya, DYA, Mûsil, Iraq, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de