02:13 24 Tebax 2017
Zindî
    Peykerê Azadiyê li New Yorkê

    Aktivîstan afîş ji bo penaberan bi Peykera Azadiyê ve hilawîst

    © REUTERS/ Lucas Jackson
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Aktivîstan li ser Peykerê Azadiyê yê li bajarê New Yorkê ku yek ji sembolên DYAyê dihesibe, afîşek hilawîst û li ser wê afîşê wiha nivîsî," penaber, bi xêr hatin".

    Piştî ku biryarnameya Serokê DYAyê Donald Trumpî ya qedexekirina hatina welatiyên 7 welatan ku piraniya niştîcihên wan misilman in, hat rawestandin û dûre careke din bi awayê xwe yê revîzekirî hat weşandin, bi çend saetan aktîvîstan afîşeke protestoyê bi Peykira Azadiyê ve hilawîst.

    Afîşa ku berfirehiya wê 6 metre û dirêjiya wê metreyek, bi ingilîzî li ser (Refugees Welcome) hat nivîsîn anku "Penaber bi xêr hatin".

    Ew afîş bêtirî saetekê li ser peykerî ma û dûre ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat rakirin. Lê bi sedan wêne ji afîşê re hatin girtin û di medyaya civakî de belav bûn.

    "PENABER VÎ WELATÎ BÊHEMPA DIKIN"

    Komek bi navê  'Alt Lady Liberty' berpirsyariya xwe li ser çalakiyê ragihand. Komê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Hema hema rehê her amerîkiyekî vedigere welatekî din. Penaber û aware vî welatî 'bêhempa' dikin. Lewra wek vegerandina penaberan wek me ji Anne Frank me 'bêhempa' nake."

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 385 penaber revand
    ASUDA:'Li Dihokê herî zêde jinên penaber rastî tundiyê tên'
    NY: "Biryara Trump wê bandorê li 20 hezar penaber bike"
    Starbucksê jî bertek nîşanî Trump da: "Em ê 10 hezar penaber bigirin kar"
    Li bajarê Germiyan, wesayetek balhilgir, zarokên penaber perçiqand
    Li Behra Spî keştiyek binavî bû: Nêzikî 200 penaber wenda ne
    Li Yûnanistanê ji ber nebûna cih penaber xistin nava keştiya şer
    Etîketan:
    Peykira Azadiyê, Alt Lady Liberty, Donald Trump, DYA, New York
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de