22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Almanyayê

    Piştî şerê sar cara yekemîn Almanya hejmara leşkerên xwe zêde dike

    © REUTERS/ Ints Kalnins
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna wezîfeyên heyî Almanya wê hejmara leşkerên xwe ku niha 178 hezar e hetanî 2024an derxîne 198 hezarî.

    Wezareta Parastin a Almanyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di civîna ji bo heyîna xizmetên sivîl û leşkerî de pêwistî û kêmbûna karmend û leşkerên nû hat tespîtkirin.

    Li gorî daxuyaniya wezaretê tê plankirin ku hetanî sala 2024an wê hejmara leşkeran derxînin 198 hezarî û hejmara karmendên sivîl ku xizmetê dikin jî wê derxînin 61 hezar û 400 kesî.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku berê sînorê herî zêde ji bo hebûna leşker hatiye nîşankirin, lê ji vir û pê ve dê hersal pêwistiya leşkeran wê ji çav were derbaskirin.

    PÊWISTÎ BI KARMENDÊN PISPOR HEYE

    Herwiha di daxuyaniyê de cih dane axaftina Wezîra Parastin a Almanyayê Ursula von der Leyen û got: "Daxwaza li hemberî artêşa Almanyayê zêde didin. Ji ber vê pêwistî bi leşkerên pispor heye. Lewra wezîfe her diçe zêde didin û li hemberî vê divê artêş jî mezin bibe."

    Bi heman mijarî:

    Televizyona dewletê ya Almanyayê: Penaberên li Tirkiyeyê ji neçarî lebatên xwe difroşin
    Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê wê li Almanyayê kom bibin
    Steinmeier bû Serokkomarê Almanyayê
    Parlamenterê Almanyayê: Şerekî nû bi Rûsyayê re ji me re ne pêwîste
    Îstixbarata Almanyayê di derbarê îdiayên Rûsyayê de tu delîlên şênber nedîtin
    Etîketan:
    Konsulê Almanya yê li Herêma Kurdistanê, Wezîra Parastin a Almanyayê, Ursula von der Leyen, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de