02:13 24 Tebax 2017
Zindî
    Slovakya'da aşırı sağın göçmen karşıtı protestoları

    Pîskoposê Katolîk: Civaka misilman çiqas zêde bibe, îhtimala tundiyê jî ewqas zêde dibe

    © AFP 2017/ Samuel Kubani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serekpîskoposê Bratîslava û Serokê Pîskoposên Katolîk ê Slovakyayê Stanislav Zvolenskî got ku dê koçberên misilman şewaza jiyana Ewropayê biguherînin û wiha domand: “Civaka misilman çiqas zêde bibe, dê îhtimala tundiyê jî ewqas zêde bibe.”

    Li gor nûçeya malpera Novinkyê Zvolenskî li Konferansa Baratîslava ya Ol û Koçberîyê ya Navnetewî got, ‘Em ê bi vê pêşwazîkirinê deh heta bîst salan winda bikin, bi taybetî jî ji hêla demografî û çandê ve.'

    Serekpîskopos êrîşên tundiyê ku ji aliyên kesên xwe misilman nîşan didin ve têne kirin bi bîr xist û wiha domand: "Ev bûyerên han ji hêla mentiqê ve me dibe encameke wiha: Civaka misilman çiqas zêde bibe, dê îhtimala tundiyê jî ewqas zêde bibe."

    Gotinên Serekpîskopos wek daxuyaniyeke din a dijî koçberan li parzemîna Ewropê hat nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Bernameçêkerê Rûsî 'Robotê Qatil' ê Termînator çêkir
    Hollande soza piştevaniya Kurdistanê da Barzanî
    HDPê li ser xistina parlamentariya Yuksekdag daxuyaniyek tund belav kir
    Lavrov û hevtayê xwe yê Amerîkî Tillerson axivîn
    Şoygu: Dibe Rûsya û Amerîka li Reqqayê bi hev re tevbigerin
    Li sînemayeke Rûsyayê dema fîlm wê kebab jî bê xwarin
    'DAIŞ ber bi îflasa darayî ve diçe'
    Artêşa tirk bajaroka Til Rifat topbaran dike
    Etîketan:
    Pîskoposê Katolîk: Civaka misilman çiqas zêde bibe, îhtimala tundiyê jî ewqas zêde dibe, Ewropa, Slovakya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de