11:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Pentagon

    Pentagon stratejiya DAIŞê hefteya pêş pêşkeşî Koşka Spî dike

    © Sputnik/ Spûtnik
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Jeff Davis da xuyakirin, dê hefteya pêşiya me rapora stratejiya nû bo şerê dijî DAIŞê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re were pêşkeşkirin ku 30 roj muhletê wê diqede.

    Berdevkê Pentagonê Davis di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku dê rapor û pêşniyarên pisporên leşkerî yên bo stratejiya şerê dijî DAIŞê ku Serok Trump daxwaz kiribû dawiyê heftê bo Koşka Spî werin pêşkeşkirin.

    Davis da zanîn ku di raporê de ji xeynî têkoşîna leşkerî ya dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê, dê pêşniyarên li ser beşên sivîl ên rêxistinê yên li başûrê rojhilatê Asyayê, Afganîstan û Libyayê jî cî bigirin.

    Davis bêyî ku derbarê naveroka raporê de agahiyan bide, bal kişand ser ku dê di raporê de, ‘çarçoveyeke giştî ya stratejiyê' hebe.

    Hat destnîşankirin ku rapora navborî ji aliyê Pentagon, Wezareta Derve û dezgehên îstixbaratê ve hatiye amadekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê êrîş birin ser nexweşxaneyê
    Ji Yemenê roket avêtin Erebîstana Siûdî: 4 Pakîstanî birîndar bûn
    Bernameçêkerê Rûsî 'Robotê Qatil' ê Termînator çêkir
    Hollande soza piştevaniya Kurdistanê da Barzanî
    HDPê li ser xistina parlamentariya Yuksekdag daxuyaniyek tund belav kir
    Şoygu: Dibe Rûsya û Amerîka li Reqqayê bi hev re tevbigerin
    Etîketan:
    stratejiya DAIŞê, pentagon, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de