11:21 19 Sibat 2018
Zindî
    Li Awistralya qezaya balafirê

    Her 5 kesên di balafirê de jî jiyana xwe ji dest dan

    © Foto: Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 21

    Her 5 kesên di balafira şevê din ku piştî ji Balafirxaneya Essendon a Melbourneya Avustralyayê rabû û di demekê kin de li ser avahiyeke dan û standinekê ket jiyana xwe ji dest dan.

    Balafirxaneya Essendona bajarê Melbourneyê zêdetir xizmeta helikopter û balafirên biçûk dike. Balafira charter ku duhî seet li 09.00an piştî rabûnê bi demekê li ser avahiya dan û standin a DFOyê ket. Di balafirê de yek jê pîlot û 5 kes hebûn.

    HER 4 RÊWÎ JÎ AMERÎKÎ BÛN

    Li gorî şahidên bûyerê perçeyên balafirê bûne wekî alavên agir û li derdorê belav bûn. Hêzên ewlehî cihê bûyerê xistin nava kordone û hemû rêyên ku derdiketin avahiyê girtin. Li gorî daxuyaniya polêsê Victoriayê 5 kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dane.

    Hat ragihandin ku her 4 rêwiyên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan amerîkî bûn. Li gorî zanyariyan van kesan ji bo ku li King Islandê bi golfê bilîzin balafir kirê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Avustralya, ambargoya Rûsyayê bi turîzmê bê wate dike
    Trump telefon di rûyê Serokwezîrê Avustralyayê de girt
    Kesekî li Avustralyayê wesayîta xwe bi ser sivîlan de ajot: "3 mirî û 20 birîndar"
    Li Avustralyayê êrişa terorî hat astengkirin
    Serokwezîrê Avustralyayê serdana wekîlê welatê xwe ya ji bo pêşmerge rexne kir
    Etîketan:
    Hemû kesên di balafirê de jiyana xwe ji dest dan, Polêsê Victoriayê, Melbourne, Avustralya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de