12:13 25 Gulan 2018
    Telefona Adolf Hîtler

    Telefona Hitlerî bi 243 hezar dolarî hat firotin

    © Foto : Twitter
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 02

    Telefoneke serokê Nazî Adolf Hitlerî di mezadekê de bi 243 hezar dolarî hat firotin.

    Andreas Kornfeldê ji Mezadexaneya Dîrokî ya Alexanderê ya li bajarê Chesapeake City ê girêdayî parêzgeha Marylandê ya DYAyê ragihand ku kesekî ku bi telefonê beşdarî mezada vekirî bûye lê nexwestiye navê wî were eşkerekirin telefona sor a ayidî serokê Nazî Adlof Hitlerî kiriye.

    Buhayiya telefona ku Navê Hitler û sembola partiya Nazî li ser paşiya wê hebû di mezadê de bi 100 hezar dolarî dest pê kir.

    "LEŞKERÊN SOVYETÊ EW TELEFON DÎTIBÛ"

    Telefon sala 1945an piştî ku Hitlerî xwe kuşt ji aliyê leşkerên Sovyetê ve di penageha wî de hatibû dîtin.

    Rayedarên Mezadxaneya Dîrokî ya Alexanderê diyar kiribû ku Hitler ew telefon ji bo dayîna fermanên kuştina girseyî bi kar anîbû û ew wek "çekê îmhakirina girseyî" bi nav kiribû. 

    Herwiha kûçikekî porselen ê Hitlerî di mezadekê de bi 24 hezar û 300 dolarî hat firotin.

    Bi heman mijarî:

    "Çawa Hitler bi ser neket, Erdogan jî bi ser nakeve"
    Serokê lîberal yê alman: Ez Erdogan û Hîtler dişibînim hev
    Îsraîlê dirûvê Hîtler bi Îranê xist
    Parlementerên AKPê li ser pêşnûmayê şirove kirin: Almanên Gawir, nêviyên Hîtler
    Senatorê Rûsyayê: ‘Heyraniya Erdogan a ji bo Hîtler eşkere bû’
    Çapemeniya Kanadî: `DYA şopa Hîtler û Napolyonê dajo`
    Etîketan:
    Mezadxaneya Dîrokî ya Alexanderê, Andreas Kornfeld, Adlof Hitler, Yekîtiya Sovyetan, Almanya, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de