06:23 24 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Rûsya sîstema lîberalî ya dinyayê xera nake

Sputnik
Cîhan
Lînkê kurt
0 21

Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew tohmetên Moskow pergala lîberalî ya dinyayê xera dike qebûl nakin.

Lavrov di Konferansa 53. a Ewlekariya Cîhanê ya Munîhê de gotarek pêşkeş kir.

Lavrov got, 'Em wê nêrîna ku Rûsyayê bi xerakirina pergala lîberalî ya dinyayê tohmetbar dikin qebûl nakin.'

Wezîrê Rûsî herwiha diyar kir ku ew bi ti welatekî re li şer û pevçûnê nagerin, lê ew dê berjewendiyên xwe biparêzin û da zanîn, rakêşiya navbera Rûsya û Rojavayîyan 'sunî' ye.

'RAKÊŞÎYA AMERÎKA, EWROPA Û RÛSYAYÊ SÛNÎ YE'

Lavrov da xuyakirin ku Rûsyayê ti caran nêrînên xwe veneşartine û wiha domand: “Rûsya ji bo qada geşepêdanê ya ji Vancouverê heta Vladivostokê ya ewlekariyê xebata hevbeş pêşniyar dike. Rakêşiya salên dawî ya navbera Bakurê Amerîka, Ewropa û Rûsyayê ne xwezayî ye. Heta dikarim bibêjim ku sûnî (çêkirî) ye.”

Lavrov axaftinên sîyesetmedarên dinyayê yên li konferansa ewlekariyê nirxandin û da zanîn ku hîn şerê sar bi dawî nehatiye.

'HÎN ŞERÊ SAR BIDAWÎ NEBÛYE'

Wezîrê Rusî wiha pê de çû: "Gotinek heye: Şer di serê mirovan de destpê dikin û li gor mentiqê divê dîsa li wir bidawî werin. Lê dema em li axaftinên hin sîyasetmedarên Aemrîkî û Ewropî dinihêrin, tê dîtin ku hîn şerê sas bi dawî nebûye."

Bi heman mijarî:

Şandeya parlamentarên HDPê ya gundê Xerabê Bava hat astengkirin
Parlementerê alman daxwaza girtina Serokwezîrê Tirkiyeyê kir
Sererkaniya Rûsî ‘Qedexeya Geştê’ ya karmendên TSKê dinirxîne
'Wêjeya kirmanckî bi Seyda Ehmedê Xasî dest pê kir'
Merkel: Çêtir e ku em li dijî 'terora îslamîst' digel Rûsyayê têkoşînê bidin
Dîrektorê FBIyê brîfînga pêwendiya Trump-Rûsya da Komîteya Îstixbaratê
Barzanî û Cîgirê Serokê Amerîkayê dicivin
Etîketan:
Lavrov, Ewropa, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de