09:00 17 Tebax 2017
Zindî
    Turkey's Prime Minister Binali Yildirim. (File)

    Parlementerê alman daxwaza girtina Serokwezîrê Tirkiyeyê kir

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9440

    Parlementerê Almanyayê Volker Bec bangî meqamên almanî kir daku di çarçoveya lêpirsîna îmamên DITIBê yên sîxuriyê dikin de îfadeya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim bigirin û eger pêwîst bibe, wî bigirin jî.

    Beck li serdozgeriya Federal a navenda wê li Karlsruheê li gel Dozgeriya Duisburgê li cem polîsên Obernhausena ku Serokwezîrê tirk Binali Yildirim îro mîtînga xwe lê li dar dixe gilî kir. Di gilînameya xwe de, Beck diyar kir ku Îmam rasterast girêdayî Serokwezîrîtiay Tirkiyeyê ne, lewra rola Yildirim rasterast di çalakiyên sîxuriyê de heye.

    Li gorî nûçeya spiegelê, parlementerê alman tawanên Serokwezîrê Tirkiyeyê wiha rêz dike; Alîkariya çalakiyên sîxuriyê û hevkariya bi wan re,teşwîqkirina çalakiyên sîxuriyê, alîkarîkirina çalakiyên sîxuriyê.

    Hêjayî gotinê ye ku Beck di gilînameya xwe de xwestiye ku îfadeya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim bigirin û eger pêwîst bibe wî bigirin jî.

    Ji aliyê din ve, Birêveberiya Ewlekariya Obernhausenê ragihand Dozgeriya Federal karbidestiya lêkolînê daye Daîreya Krîmînal a Federal.

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Parîs çiqas bi ewle be Stenbol jî hewqas bi ewle ye"
    Yildirim: Serokkomarê me û Pûtîn axivî û herdûyan xemgîniya xwe ragihand
    Yildirim û Pompeo: "Em ê hevkarî û îstîxbaratê zêde bikin"
    Yildirim: "Xelk diçe AVMê CHP jî diçe AYMê"
    Yildirim: "Xweda CHPê islah bike"
    Yildirim: Ji bo ku HDP dibêje 'na', em dibêjin 'erê'
    Etîketan:
    Volker Beck, Binali Yildirim, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de