16:49 23 Tebax 2017
Zindî
    James Comey

    Dîrektorê FBIyê brîfînga pêwendiya Trump-Rûsya da Komîteya Îstixbaratê

    © AP Photo/ Evan Vucci
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1330

    Hat diyarkirin ku Dîrektorê Nivîsgeha Lêpirsînan a Federal (FBI) James Comey derbarê îdiayên pêwendiya Serok Donald Trump bi Rûsyayê re, brîfîngeheke nepenî daye endamên îstixbaratê yên Senatoya Amerîkî.

    Li gor nûçeya CNNê piştî îstîfaya Şêwirmendê Netewî yê Serokê Amerîkayê Mihael Flynn bi tohmeta axaftina wî ya bi Balyozê Rûsî yê Washingtonê Sergey Kislyak re, bi civîneke nepen ew mijara îdiayan hatiye nirxandin.

    Li ser civîna ku 3 demjimêran dom kiriye ji ber nepenîbûnê ti daxuyaniyeke fermî nehat dayîn û senatoran jî nexwest agahî bidin.

    Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya Amerîkayê li ser îdiayên mudaxeleya Rûsyayê di hilbijartinên seroktiyê de, lêpirsîna xwe berdewam dike. Herwiha Rûsya jî wan îdiayan red dike.

    Bi heman mijarî:

    Di Rewşa Awarte de bersiva herî zêde: Fikira min tune
    Ji alîgirên Rûsî bo futbolhezên Îngilîz: Baweriyê bi BBCyê neyînin, bibin mêvanê me
    Qeymeqamê Şingalê: Destên veşartî nahêlin êzidî bên rizgarkirin
    Lavrov û Stoltenberg li ser dahatuya pêwendiyên Rûsya-NATOyê axivîn
    Zerîf: Gava DAIŞê êrîşî Hewlêrê kir, tenê Îran çû bi hawara kurdan ve
    Di çarçoveya êrîşa Wêranşarê de, 26 kes hatin desteserkirin
    Balyozxaneya DYAyê li Kabulê ji bo dengê teqînê: Tetbîqata ewlekariyê tê kirin
    Etîketan:
    Rûsya, Trump, FBI, Brîfînga Îstixbarata Amerîkayê, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de